Li Şirnexê ciwanekî 19 salî ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin

Hêzên dewleta Tirk ên duh bi şev ji maşînên zirxî gule li taxa Bahçelîevler a Şirnexê reşandin, ciwanê bi navê Çetîn Taşar ê 19 salî qetil kirin.

Hêzên dewleta Tirk ên duh bi şev ji maşînên zirxî gule li taxa Bahçelîevler a Şirnexê reşandin, ciwanê bi navê Çetîn Taşar ê 19 salî qetil kirin.

Hêzên dewleta Tirk ên ku bi rojan e leşkeran li navenda Şirnexê dicivînin, êrîşên xwe yên li hemberî taxan didomînin. Tîmên taybet ên Tirk duh bi şev bi maşînên zirxî dor li taxa Bahçelîevlerê girtin û gule li taxê reşandin. Di vê êrîşê de ciwanê bi navê Çetîn Taşar ê 19 salî, ji ber guleya li serê wî ketî, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

BAV TAŞAR: BILA XWEDÊ QEBÛL NEKE!

Bavê Taşar Hasan Taşar got, "Xwedê qebûl neke. Dewletê fermana me derxistiye. Ez çi bêjim, êdî pitika di zikê dayikê de jî qetil dikin."

Pêr bi şev jî ji ber gulereşandina ji maşînên zirxî yên dewleta Tirk, li taxa Dîcleyê 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber dorpêçî û êrîşa polîsên Tirk, cenazeyên ciwanan hînê li cihê lê ne nikarin bên rakirin.