BI DÎMEN

Şengaliyan di binê konan de dest bi sala nû kirin

Tevî ku Şengal hatiye rizgarkirin jî, ji ber ku çete hînê li gundên derdorê ne, Şengalî nikarin vegerin malên xwe. Lewma vê zivistanê jî di binê konan de derbas dikin.

Tevî ku Şengal hatiye rizgarkirin jî, ji ber ku çete hînê li gundên derdorê ne, Şengalî nikarin vegerin malên xwe. Lewma vê zivistanê jî di binê konan de derbas dikin. Şengaliyan dan xuyakirin, ku bi tenê PKK alîkariyê dide wan û gotin, "Em xwediyê vê xakê ne. Em nikarin li cihekî din bijîn."

Li quntarên çiyê, bi hezaran Şengalî di binê konan de dest bi sala nû kirin. Jinên Şengalî diyar kirin, ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî ew ê xaka xwe neterikînin û gotin, "Çiyayên me ji her devera cîhanê xweştir e. Ji bo vê derê birevin diçin û di nava avê de difetisin. Bila gelê me li welatê xwe egere. Ti cih ne mîna welatê mirovan e."

Şengaliyên ku di nava şert û mercên dijwar ên zivistanê, serma, mij û heriyê de li binê konan dijîn, ji nêzîkatiyên ji Hikûmeta Herêmî gazinan dikin. Jinên ku barê malbatê li pişta wan e, destnîşan kirin, ku çi dibe bila bibe ew ê xaka xwe neterikînin.

'ŞERT Û MERCÊN ME YÊN JIYANÊ GELEKÎ ZEHMET IN'

Nûrê Hecî da zanîn, ku heta niha ji bilî PKK'ê ti kesî alîkarî nedaye gelê Şengalê û got, "Zivistan hat û şert û mercên me yên jiyanê gelekî zehmet in. Kon gelekî sar e û tiştekî em bişewitîne ku xwe pê germ bikin, nîne. Em hemû, bi zarokên xwe re di vê sermayê de li binê konan in. Ti kes nabîne ku ev gel çi dikişîne."

Hecî ragihand ku ne hikûmeta herêmî, ne jî hikûmeta navendî alîkariyê bi wan re dike û got, "Gaz nîne, erzaq nîne. Zivistan hat, tiştekî ku zarokên me li xwe bike nîne. Bi rastî jî em di nava şert û mercên gelekî zehmet de ne. Bayê li vê derê gelekî dijwar e. Carna ba radibe, em ditirsin ku kon bi hewa bikeve. Ji xwe cihê em lê ne jî ne zexm e. Kon zexm nîne."

'BI TENÊ PKK'Ê ALÎKARÎ DA ME'

Niştiman Cimo jî ragihand, ku piştî çete ketin Şengalê ew neçar man her tiştên xwe li şûna xwe bihêkin û got, "Dema DAIŞ'ê xwe gihand vê derê, me tenê canê xwe rizgar kirin. Ti rewşeke me ku em li nasnamey xwe bifikirin nebû. Lê niha hikûmeta herêmî, ji ber ku nasnameya me li cem me nîne, alîkariya erzaqê nade. Bi tenê em dizanin bê çi hatiye serê me. Bila mala wan ava be, bi tenê PKK'ê alîkarî da me. Bi qasî ku ji destê wan hat, wan erzaq, kon û alîkarî da mirovên hewcedar. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî em li ser xaka xwe kêfxweş in. Mirovên me diçin û di nava avê de difetisin. Em gelekî pê diêşin. Dibêjin em ji mirinê direvin, lê dikevin nava lepên mirinê. Em xwediyê vê xakê ne. Ji bilî vê derê, cihekî em lê bijîn nîne. Bila vegerin xaka xwe, vegerin welatê xwe yê pîroz."

...