Terora dewleta Tirk li Awûstûryayê hat şermezarkirin

Li bajarên Awûstûrya Lînz, Înnsbrûck û Worgulê, êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.

Li bajarên Awûstûrya Lînz, Înnsbrûck û Worgulê, êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.

LÎNZ

Kurdistaniyên li eyaleta (Oberosterreîch) Awûstûrya Jorîn dijîn, li bajarê Lînzê avahiya yek ji girîngtirîn rojnameyên welêt Oberosterreîschîche Zeîtûng dagir kirin.

Di çalakiya ku bi qasî nîv saetê dewam kir de Kurdistaniyan bi rayedaran re hevdîtin kirin û li ser komkujî û berxwedana li Kurdistanê agahî dan.

Rayedarên rojnameyê ji Kurdistaniyan xwestin ku sibe (Pêncşemê) careke din bên navenda wan a rojnameyê û li ser mijarê hevpeyvînekê bikin.

ÎNNSBRÛCK Û WORGUL

Li bajarên Înnsbrûck û Worgul ên eyaleta Tîrolê, çalakiya kon a berî 3 rojan ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat lidarxistin, bi meşekê bi dawî bû.

Di roja dawî ya çalakiyê de ji qenala televîzyonê ORF re, li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, dosyayek hat pêşkêşkirin. Her wiha tevahiya rojê belavok li ser mijarê hatin belavkirin û sînevîzyon hat nîşandan.

Çalakgerên ku piştî çalakiyan kon danê êvarê li ber Muzeya Bajêr a Înnsbrûckê li hev civiyan, ber bi Haûptbahnhofê ve meşiyan û piştî vegeriyan pêşiya Muzeyê, dawî li çalakiya xwe anîn.

...