Li Cenevreyê protestokirina dewleta Tirk rastî êrîşa polîsan hat
Girseya li Cenevreyê polîtîkayên êrîşê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin rastî êrîşa tund a polîsan hat. Ji 4 kesên ku hatin binçavkirin 2 serbest hatin berdan, 2 kesên din jî wê sewqî dozgeriyê bên kirin.
ANF
CENEVRE
sêşem, 5 rêbendanê 2016, 22:14
Girseya li Cenevreyê polîtîkayên êrîşê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin rastî êrîşa tund a polîsan hat. Ji 4 kesên ku hatin binçavkirin 2 serbest hatin berdan, 2 kesên din jî wê sewqî dozgeriyê bên kirin.
Kurdistaniyên bi armanca protestokirina polîtîkayên qetlîamê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistan balafirgeha Cenevreyê dagir kirin, rastî destwerdana tund a polîsan hatin. Dema çalakiya dagirkirinê de komek nîjadperestên Tirk heqaret li çalakvanan kirin, li ser vê bûyer qewimîn. Polîsan bi destwerdanek tund ve 4 kes binçav kirin.
Ji yên hatin binçavkirin, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevre Salîh Saglam û kesekî navê wî nehate zelalkirin piştî îfadeyê serbest hatin berdan, 2 kesên ku bi navê Muzeyyen Orhan û Resûl Yavûz jî hê li qereqola polîsan tên girtin.
Hate diyarkirin ku her du Kurdistaniyên li qereqola polîsan tên girtin wê sibehê derxin pêş dozgeriyê, hate ragihandin ku ev her du kesana ji aliyê polîsan ve hatine derbkirin.