Hizbî Zehmetkêşan: Xwedîderketina li Bakur wezîfeyeke neteweyî ye

Endamê Komîteya Navendî ya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Hawrê Hesen diyar kir ku Erdogan û dewleta Tirk bi awayekî vekirî li Bakurê Kurdistanê komkujiyê dikin û got, "Dijderketina li vê komkujiyê, wezîfeyeke neteweyî ya Kurdan e."

Endamê Komîteya Navendî ya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Hawrê Hesen diyar kir ku Erdogan û dewleta Tirk bi awayekî vekirî li Bakurê Kurdistanê komkujiyê dikin û got, "Dijderketina li vê komkujiyê, wezîfeyeke neteweyî ya Kurdan e."

Endamê Komîteya Navendî ya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Hawrê Hesen êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan ji ANF'ê re nirxand û da zanîn ku ev komkujî ji ber siyaseta înkarê der bûye. Hesen ragihand ku dewleta Tirk ti carî di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji dil tevnegeriya ye û got, "Ji aliyê dîrokî ve ti carî nebûye xwedî siyaseteke bi vî rengî."

Hesen bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1993'an û vir ve ji bo çareseriya pirsgirêkê gelek caran agirbest îlan kiriye û got, "Dewleta Tirk her tim bi qirkirinê li dijî vê derket. Hikûmeta AKP'ê jî ev siyaset bi awayekî zexelî meşand." Hesen da xuyakirin ku di pêvajoya diyalgoê de eniya demokrasiyê li Tirkiyeyê xurt bûye û da zanîn ku AKP a ev yek dît, ji nû ve şer da destpêkirin.

'CÎHAN BI BÊDENGIYA XWE RE DIBE HEVPARÊ VÊ KOMKUJIYÊ'

Hesen bibîr xist ku dewleta Tirk bombeyan li gorên Kurdan jî dibarîne û bal kişand ser hovîtiya li cenazeyên jin, zarok, extiyar û ciwanên Kurd ên hatine qetilkirin, tê kirin. Hesen diyar kir ku ev hemû êrîş û hovîtî li pêş çavên tevahiya cîhanê tê kirin, lê belê kesek li dij dernakeve. Hesen got, "Bêguman ev bêdengî cihê fikaran e. Ev bêdengî tê wateya erêkirin, tê wateya destekkirinê. Lewma bêdengî hevpariya vî sûcî ye."

'LI DIJÎ QIRKRINÊ DIVÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ BÊ AFIRANDIN'

Hesen da xuyakirin ku dewleta Tirk bi qirkirina Kurdan re dixwaze cihê xwe di nava bloka Sûnî ya li Rojhilata Navîn de bigire û bi sorkirina şerê mezhebî re bide pey hegemonya xwe. Hesen destnîşan kir, ku divê Kurd li hemberî vê yekê bi lezgînî yekîtiyê di navbera xwe de çêbike. Hesen ragihand ku ji bo peymana Sykes-Pîcot a Kurdistan parçe kir dubare nebe, divê berxwedana bi heybet a gelê Kurd mîna ya Kobanê li her derê bê mezinkirin.

'XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA BAKUR, WEZÎFEYA WELATPARÊZIYÊ YE'

Hawrê Hesen ragihand ku li Bakurê Kurdistanê, li dijî qirkirinê, têkoşîneke bi rûmet a gelê Kurd tê meşandin û bêdengiya Parlamenta Başûrê Kurdistanê rexne kir.

Hesen anî ziman ku hikûmet û parlament ketiye rewşeke ku nikaribin kar bikin, lewma bar dikeve ser milê partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û got, "Yê ku bala civakê bikişîne ser berxwedana li Bakur û li hemberî komkujiyên dewleta Tirk rake ser piyan, ev sazî ne. Ji ber vê yekê divê her kes tavilê bikeve nava tevgerê û li dijî komkujiyan derkevin. Di rewşeke ku gelê me yê li Bakurê Kurdistanê têkoşîna man û nemanê dimeşîne de, ya ku dikeve ser milê me bi ruhê yekîtiya neteweyî re xwedîderketin e. Pêwîste bi ruhê berxwedana Kobanê re em li dijî Erdogan ê dibêje 'ez ê Kurdan biqedînim' derkervin. Ev yek êdî wezîfeyeke neteweyî ye, wezîfeyeke dîrokî ye. Kî vê wezîfeyê bi cih nîne, wê li pêşberî dîrokê bibe sûcdar û were darizandin."