Kurdên li Elmanyayê îro jî dadikevin kolanan
Li ser banga NAV-DEM'ê wê li gelemperiya Elmanyayê saet di 16:00 de meş û mîtîng werin lidarxistin.
Li ser banga NAV-DEM'ê wê li gelemperiya Elmanyayê saet di 16:00 de meş û mîtîng werin lidarxistin.
Kurdên li Elmanyayê dijîn, ji bo Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Sûrê dadikevin qadan. Li ser banga NAV-DEM'ê wê li gelemperiya Elmanyayê saet di 16:00 de meş û mîtîng werin lidarxistin. Di bangawaziyê de hat gotin, "Bila ti kes li malê nemîne. Li dijî komkujiyên gengaz her kes dakeve kolanan."
Rêxistina sîwanî ya Kurdên li Elmanyayê NAV-DEM, ku li gelemperiya vî welatî xwedî 260 saziyan e, li dijî komkujiyên dewleta Tirk li Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê dike bang li gelê Kurd kir, ku dakeve kolanan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Cizîr, Sûr û Silopiyayê cenazeyên mirovên me yên zarok, jin û extiyar li nava kolanan e. Dewleta Tirk a barbar nahêle ku em cenazeyên xwe eşêrin. Herî dawî li Silopiyayê, endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA'yê Fatma Ûyar mîna 3 jinên şoreşger ên li Parîsê, duh bi xwînxwarîn hatin qetilkirin. Gelê me yê li wê derê dijî, niha bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ye. Her roj mirovên me tên qetilkirin. Di rewşeke ku gelê me bi komkujiyê re rû bi rû ye de, nabe ku em li cihê xwe rûnên."
BANGA; LI HEMÛ BAJARAN DI HEMAN SAETÊ DE ÇALAKÎ WERIN LIDARXISTIN
NAV-DEM'ê bang li endamên Navendên Civaka Demokratîk û Kurdên li Elmanyayê kir ku dakevin kolanan û got, "Çawa ku par ji bo Kobanê em daketin kolanan, îro jî ji bo Silopiya, Cizîr û Sûrê, divê em nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk a barbar bidin. Ji bo vê jî em bang li Kurdên li Hambûrg, Koln, Dusseldorf, Hannover, Munchen, Frankfûrt û hemû bajarên din ên Elmanyayê dijîn dikin ku îro saet di 16:00 de dakevin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan bidin."