Li Zurîchê avahiya TV û radyo hat dagirkirin
Li bajarê Swîsre Zurîchê, ciwanên endamên Ciwanên Azad, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê, avahiya SRF TV û radyo dagir kirin.

Ciwanan, ji bo silavkirina xwerêveberiyên li Kurdistanê û şermezarkirina bêdengiya saziyên çapemeniyê yên li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk dike, avahiya SRF TV û radyo dagir kirin. Çalakiyê bi qasî nîv saetê dewam kir û endamên Ciwanên Azad tim û tim dirûşmên "Terorîst Tirkiye, kujer Erdogan", "Kurdistan wê li faşîzmê re bibe goristan" qîriyan.
Ciwanan, dosyayên li ser xwerêveberî û rewşa heyî ya li Kurdistanê radestî rayedarên SRF TV kirin.
Endamên Ciwanên Azad, piştî hevdîtina bi rayedaran re, qîrîna dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.
Ciwanan piştre li cihekî li navenda bajêr belavok belav kirin û afîşên "Ji Ocalan re Azadî" daliqandin.