Çalakiyên li gelek bajarên Îtalyayê
Bi armanca destekkirina berxwedana gel a li Kurdistanê û şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Îtalyayê çalakî hatin lidarxistin.

ROMA
Li paytext Romayê, Kurdistanî ketin hundirê radyoyeke taybet a Dêra Katolîk û ji bo balê bikişînin ser komkujiyan, dosyayek pêşkêş kirin. Kurdistaniyan ji rayedarên radyoyê xwestin, ku komkujî û berxwedanê ji nedîtî ve neyên û bang li Vatîkan û alema Xiristiyanan kirin, ku bêdeng nemînin.
Kurdistaniyan her wiha Federasyona Rojnamevanên Îtalî ziyaret kirin. Çalakgeran bi Serokê Federasyonê Gîûseppe Gîûlîettî re hevdîtin kirin û bêdengiya li pêşberî qewimînên li Kurdistanê rexne kirin.
PONTEDERA
Li bajarê Pondendera yê li herêma Pîsa, tevî Alîkarê Şaredar Pîetro Petrînî, siyasetmedar Angela Pîrrî û ji endamên Maseya Aştiyê ya Îtalyayê Carla Cocîloav Arci, girseya gel daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bêdengiya Yekîtiya Ewropayê hat şermezarkirin.
PALERMO-BERGAMO
Kurdistaniyan li bajarê Palermo û Bergamo, ji bo radestî Şaredariyan bikin dosya amade kirin. Di hevdîtinên li van deran de bal hat kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk dike û hat xwestin, ku piştgirî ji gelê Kurd re were dayîn. Kurdistaniyan diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe yên bi vê armancê li hemû bajarên vî welatî lidar bixin.