Li Fransayê çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk

Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li gelek bajarên Fransayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li gelek bajarên Fransayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.

LI RENNESÊ DAGIRKIRINA GARA TRENÊ

Li bajarê Rennesê, tevî hemû astengiyên polîsan jî Kurdistanî ketin hundirê Gara Trenê û çalakiya dagirkirinê pêk anîn. Kurdistaniyan li qatê duyemîn ê garê pankart vekirin û dest bi qîrîna dirûşmeyan kirin. Di çalakiyê de, li ser komkujiyên li Kurdistanê û berxwedana gel, belavok hat xwendin. Çalakgeran piştî dayîn daxuyaniyê ji gara trenê derketin û dawî li çalakiya xwe anîn.

Nûnerên Komeleya Jinê jî li ser komkujiyên li Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk dosya pêşkêşî Komeleya Jinê ya Rennesê û Konseya Herêmê ya Rennesê kirin. Di hevdîtinên li van her du saziyan de banga hişyariyê hat kirin.

LI MONTBELÎARDÊ SENATOR JÎ TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛ

Li bajarê Montbelîard ê li rojhilatê Fransayê, Kurdistanî, Elewî û endamên partiyên siyasî yên Fransayê çûn rojnameya Est-Repûblîcaîn û dosyayek pêşkêş kirin. Di dema çalakiyê de Şareedarê Montbelîardê û Senator Martîal Boûrqîn, alîkarên şaredar û endamên partiya komunîst û sosyalîst, ji radyoya France Bleû rojnamevan jî amade bûn. Endamê Partiya Sosyalîst (PS) Senator Boûrqîn di axaftina xwe ya li vir de xwest, komkujiyên li hemberî Kurdan bi dawî bibin. Senator Boûrqîn destnîşan kir, ku mîna li Kobanê hatiye dîtin, Kurd gelekî dilsozê azadiya xwe ye û anî ziman ku ew ê mijarê bixe rojeva Senatoya Fransayê û ji Serokkomar Françoîs Hollande re nameykeê binivîsîne.

LI BESANÇONÊ AVAHIYA TV HAT DAGIRKIRIN

Li bajarekî din ê li rojhilatê Fransayê li Besançonê, Kurdistaniyan avahiya France3 dagir kirin. Endamên partiyên çep, sosyalîst û komunîst ên li vî bajarî jî destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de, li ser komkujiyê dosya radestî rayedarên televîzyonê hat kirin.

Kurdistaniyan ji rayedarên televîzyonê xwestin, ku bi xemsarî tevnegerin û bang li dewletên Fransa û tevahiya Ewropayê kirin ku bêdeng nemînin.

Li bajarê Mulhoûse yê herema Alsace ya Fransayê jî, Kurdistanî û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî çalakî lidar xistin. Koma ji endamên navenda Civaka Demokratîk a Kurd, MKP û ATÎK ji navenda bajêr ber bi rojnameya Alsace ve meşiyan.

Çalakgerên ku bi rayedarên Alsace Joûrnale re hevdîtin kirin, li ser komkujiyê dosyayek pêşkêş kirin. Rayedarên rojnameyê jî, ji bo nûçeyekê li ser berxwedana xwerêveberiyan çêbike, ji Komeleya Kurd randevû xwestin.