Cenazeyê ciwanê hat qetilkirin ji Silopiyayê re hat şandin
Cenazeyê ciwanê li Silopiyayê tevî siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hat qetilkirin, piştî otopsiyê cenazeyê wî şandin Silopiyayê.
Cenazeyê ciwanê li Silopiyayê tevî siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hat qetilkirin, piştî otopsiyê cenazeyê wî şandin Silopiyayê.
Cenazeyê ciwanê derdora bîst salî yê nasnameya wî hînê zelal nebûye, ku duh êvarê li taxa Karşiyaka ya navçeya Şirnex Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve, tevî endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevşaredara Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA Fatma Ûyar hat qetilkirin, piştî otopsiya li Şirnexê ji nû ve sewqî Nexwşxaneya Dewletê ya Silopiyayê hat kirin. Cenazeyên Demîr, Nayir û Ûyar jî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên ragirtin.