Li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin

Ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyan û şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk, li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên dagirkirin, meş, mîtîng û konên agahdarkirinê hatin lidarxistin.

Ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyan û şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk, li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên dagirkirin, meş, mîtîng û konên agahdarkirinê hatin lidarxistin.

BÎELEFELD: Kurdistaniyên li ber stasyona trenê ya navendî i hev civiyan, terora dewleta Tirk a di rojên dawî de dijwar bûye, şermezar kirin. Di axaftinên li ser navê Tevgera Jinên Kurd û Meclîsa Gel de lenet li terora dewletê hat anîn. Kurdistaniyan berxwedana bi rûmet a gelê Kurd silav kirin û piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê, belav bûn.

BERGÎSCH-GLADBACH: Navenda Civaka demokratîk û endamên Navenda Çand û Perwerdeyê ya Sêwasiyan çalakiyeke hevpar lidar xistin. Di çalakiyê de bi Şaredar Lûtz Mîchael Ûrbach re hevdîtinek hat kirin. Ûrbach got, "Haya me ji hesasiyetên Kurdan heye" û anî ziman ku ew li pêşberî bûyeran xemsar nînin. Şaredarê ji partiya CDU Ûrbach ragihand, ku ew ê mijarê di civîna eyaletê ya partiya xwe de bixe rojevê. Heyet piştî vê hevdîtinê çû nûnertiyên partiyên siyasî yên Elman û der barê mijarê de dosya pêşkêş kir.

ESSEN: Kurdistaniyên li bajarên Essen, Bochûm û Gîessenê dijîn, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Bakurê Kurdistanê tên kirin, nûnertiyên partiyên siyasî, radyo û televîzyonan ziyaret kirin û dosya li ser mijarê pêşkêşî wan kirin.

BOCHÛM: Komîsyona Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re, dosya li ser komkujiyên hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê dike, radestî Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU), Partiya Sosyal Demokrat (SPD), sendîkaya IG-Metal û rojnameya WAZ kir.

GÎESSEN: Dosyayên ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ve hatin amadekirin, pêşkêşî partiyên siyasî û saziyan hatin kirin. Di hevdîtinan de hat xwestin, ku li hemberî terora dewletê ya li Kurdistanê tê kirin, bêdeng nemînin.

DUSSELDORF: Li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), NAV-DEM û Ciwanên Azad, Kurdistanî saet di 18:00 de li ber Gara Trenê ya Dusseldorfê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan" hêrsa xwe ya li hemberî komkujiyan nîşan dan. Çalakî bi qasî du saetan dewam kir.

BONN: Saet di 18:00 de bi armanca balkişandina ser komkujiyên li Kurdistanê, bi qasî 50 kesan li Haûptbahnhof a Bonnê çalakiyeke bêîteatiya sivîl lidar xistin. Di çalakiyê de dirûşme hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.

FREÎBÛRG: Kurdistanî û dostên wan, ji bo şermezarkirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike û protestokirina sê siyasetmedarên jin ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, daketin kolanan. Di çalakiya ji aliyê Komuna Jinê ya Nûda ve hat organîzekirin de, ji Navenda Civaka demokratîk a Kurd a Freîbûrgê, Navenda Civaka Demokratîk a Lahrê, Dergaha Çanda Elewiyan, Antîfa, Dîe Lînke û MLPD bi sedan kes amade bûn. Girseya gel a li meydana Konrad Adenaûer li hev civiya, heta navenda bajêr meşiya û li vir daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de barbariya AKP'ê hat şermezarkirin.

FRANKFÛRT: Ji bo destekkirina berxwedanên Cizîr, Silopiya û hemû bajarên Kurdistanê yên li ber xwe didin, çalakiya konê agahdarkirinê yê ji bo 2 rojan hat destpêkirin. Kon li meydana Haûpwache hat vedan û tevî wêneyên sivîlên li Kurdistanê hatin qetilkriin, pankarta bi nivîsa "Li Kurdistanê komkujî tê kirin" hat daliqandin. Di çalakiyê de belavokên li ser mijarê tên belavkirin û heyetekê dosyayek radestî rayedarên CDU kir. Çalakiya kon wê bi mîtîngekê bi dawî bibe.

...