Êrîşên çeteyan ê li hemberî Tişrînê hatin şikandin.
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî derdora Bendava Tişrînê û gundê Qereqozaqê kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî derdora Bendava Tişrînê û gundê Qereqozaqê kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê îro saet di 04.00’an de êrîşî Pira Qereqozaq a ku 35 kîlometreya li başûr –rojavayê Kobanê ye, kirin. Şervanên HSD’ê bersiv dan êrîşa çeteyan û li derdora pirê şerekî dijwar qewimî. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Ji aliyekî din, çeteyan li dijî herêma Ebû Qelqel a li aliyê bakur-rojavayê Bendava Tişrînê jî êrîş pêkanîne. Li vir jî şervanan bersiv dan êrîşên çeteyan û şer derket. Di encamê de gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin.
Balafirên Koalîsyonê jî di dema şer de deverên ku çete lê ne, du caran topbaran kirin.
Niha li herêmê bêdengî heye.