Li Belçîkayê li dijî qetlîaman gar hat dagirkirin, dosya hatin pêşkêşkirin

Li paytext Bruksel û bajarê Lîege yên Belçîkayê, raporên ji bo balkişandina ser qetlîamên li Kurdistanê pêşkêşî sazî û partiyên xwecîhî hatin kirin. Li Brukselê gara trenê hat dagirkirin.

Li paytext Bruksel û bajarê Lîege yên Belçîkayê, raporên ji bo balkişandina ser qetlîamên li Kurdistanê pêşkêşî sazî û partiyên xwecîhî hatin kirin. Li Brukselê gara trenê hat dagirkirin.

BRUKSEL

Li dijî êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a faşîst li Brukselê gara Trenê ya Mîdî hat dagirkirin.

Çalakvanan gomlekên bi xwîn li xwe kirin, dowîzên qetlîamên di dîroka TC de pêk hatine rakirin. Wêneyên qetlîamên li Silopiya, Nisêbîn, Sûr û Cizîrê belge dikin hatin pêşendan.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku li dijî şer û qetlîamên dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê li hember Kurdan daye destpêkirin welatên YE bêdengiya xwe hê jî xera nekirine.

Axaftvanan diyar kirin ku wê wek Kurdên li Ewropa û dostên wan çalakiyên xwe bidomînin, banga piştevaniyê kirin.

LI DIJÎ QETLÎAMAN BÊDENGIYA XWE XERA BIKIN

Navenda Çanda Civaka Kurd a Lîege (KTKM) dosyaya ku êrîş, qetlîam û pêşketinên herî dawî yên li Kurdistanê bi wêne û belgeyan dide nasîn radestî Sekreteryaya Lîege ya Partiya Sosyalîst kirin, xwest ku hestiyar bin.

Nûnerê KTKM’ê daxwaz kir ku bi taybet piştgiriyek fîîlî ji bo çalakî, aktîvîte û hewldanên Kurdan ên bi taybet li Belçîkayê bê dayîn, xwest ku sazî û partiyên li Belçîkayê bêdengbûna xwe ya di vê mijarê de bişkînin. 

Sazî û partiyan diyar kirin ku wê li ser dosyayan bixebitin, pêşketinan ragihînin.

...