TJK-E: Ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger em ê têkoşînê mezin bikin
TJK-E diyar kir ku di arîfeya 3’emîn salvegera qetlîama Parîsê de duh li Silopiyayê 3 meşvanên azadiyê hatin qetilkirin.
TJK-E diyar kir ku di arîfeya 3’emîn salvegera qetlîama Parîsê de duh li Silopiyayê 3 meşvanên azadiyê hatin qetilkirin.
TJK-E têkîldarî qetilkirina Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li navçeya Silopiya ya Şirnexê daxuyanî da, wiha got: “Ji bo girêdana bîranînên 3 jinên şoreşger ên tevahî jiyana xwe fedayî azadiya jinê û azadiya gelê Kurdistanê kirine, mezinkirina têkoşînê deynê stûyê me ye.”
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî weşand, bi bîr xist ku di arîfeya 3’emîn salvegera qetlîama Parîsê de duh li Silopiyayê 3 meşvanên azadiyê hatin qetilkirin, wiha dewam kir: “Qetilkirina Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ji aliyê dewleta Tirk a qetlîamker bi awayekî zanebûn û bi hedef, hêrsek mezin li cem me çêkiriye.”
TJK-E bal kişand ku 3 jinên şoreşger ên li Silopiyayê bi baweriya, “Eger Botan bi ser bikeve wê mirovatî bi ser bikeve” bi jinan re li pêşiya berxwedanê cih digirtin bûn hedefa çeteyên qetlîamker, wiha domand: “Qetilkirina hevalên me Pakîze, Sevê û Fatma yên bi hovane hatin qetilkirin, rastî salvegera qetlîama Parîsê ya ku me ji bo protestokirina wê amadekarî dikir hat. Ev çawa êşên me zêde kir, her wiha hêrsa me jî mezin kir.
Em qetilkirina endama Meclîsa Partiya DBP’ê ya 23 rojan li cem berxwedana gelê Silopiyayê cihê xwe girt, Hevseroka Meclîsa Gelê Silopiyayê Pakîze Nayir û endama KJA’yê Fatma Ûyar bi nefret şermezar dikin.
Ji bo girêdana bîranînên 3 jinên şoreşger ên tevahî jiyana xwe fedayî azadiya jinê û azadiya gelê Kurdistanê kirine, mezinkirina têkoşînê deynê stûyê me ye.
Sevê, Pakîze, Fatma, Sakîne, Leyla û Rojbîn ti car nayên jibîrkirin… Tola wan wê teqez bê rakirin. Wek Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa di meşa me ya sibehê de divê seknê fedaî yên Fatma, Sevê û Pakîze mînak bên girtin û bi bîranînên her sê jinên şoreşger girêdayî bê mayin. Bi hişmendiya ku qasî girêdana bîranînên Sakîne, Fîdan, Leyla girêdana bîranînên hevalên Sevê, Pakîze û Fatma jî ji mezinkirina têkoşîn û berxwedanê derbas dibe. Em di tevahî meşên sibehê de hêrsa xwe nîşanî dewleta TC a ku dijminê jinan û gel e û çeteyên qetlîamker bidin.”