Li Şaxê mînîbusa rêwiyan di bin aşûtê de ma: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Mînîbusa rêwiyan a ber bi navçeya Şaxê ya Wanê ve diçû di bin aşûtê de ma. Rêwî bi alîkariya kesên derdor hatin rizgarkirin, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Mînîbusa rêwiyan a ber bi navçeya Şaxê ya Wanê ve diçû di bin aşûtê de ma. Rêwî bi alîkariya kesên derdor hatin rizgarkirin, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Mînîbusa rêwiyan dema hat Taxa Elmaci ya 10 km’yan dûrî Şaxê, ji bo xelekê bavêje ser tekeran sekinî. Di vê demê de mînîbusa rêwiyên wê yên jin jî hebû di bin aşûtê de ma. Hin rêwî bi hewldanên xwe xwe ji mînîbusê rizgar kirin, hin ji yên mane jî bi alîkariya kesên derdor ve ji wesayîtê hatin rizgarkirin, lê welatiyê bi navê Cabbar Kaçan ê di bin aşûtê de ma û nehate rizgarkirin, ji aliyê Ekîbên Têkoşîna bi Berfê re yên Şaredariya Şaxê, ekîbên îtfaiye û Loderê ve ji wesayîtê bi saxîtî hat rizgarkirin. Kaçan ê piştî xebatek 3 saetan ji bin aşûtê hat derxistin, dema dibirin Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê jiyana xwe ji dest da.

...