KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG: Li Helebê 3 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku ku li çerxerêya Cenol tirimpêleke çeteyan hat derb kirin û li taxa Şêxmeqsûd jî 3 çete hatin kuştin. -
Ji bo Tahîr Elçî mewlûd hat dayîn
Ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de hate qetilkirin mewlûd hate dayîn. -
Êrîşên av û elektrîkê têrê nekir niha jî bi qenalîzasyonan re mijûl dibin
Li Cizîrê hêzên dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li hember gel û derfetên jiyanê her roj serî li rêyên nû didin. -
Cenazeya Sêvê Demîr wê li Mêrdînê bi girseyî bê pêşwazîkirin
Ji bo pêşwazîkirina cenazeya endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr a li Sîlopiyê hate qetilkirin, ji aliyê rêxistina DBP’ê ya bajarê Mêrdînê banga tevlîbûnê hat kirin. -
Li Elmanyayê qetlîam tên protestokirin, berxwedan tên silavkirin
Li navendên cuda yên Elmanyayê êrîşên qirker ên AKP’ê hatin protestokirin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiya gel hat silavkirin, banga, “bêdeng nemînin” hat kirin. -
Li Cizîr û Silopiyayê terora dewletê didome
Li Silopiyayê li gel êrîşên tankan, hêzên dewleta Tirk dikevin malan û bi darê zorê gel ji malan derxistinê didomînin. -
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya şaredariya Erdîşê
Polîsên Tirk bi hinceta der heqê endamê Meclîsa Şaredariyê ya navçeya Erdîş a Wanê Mehmet Sayat de biryara girtinê heye, avêtin ser Şaredariya Erdîşê ya DBP’yî. -
Hevdîtina bi girtiyên ji Îmraliyê hatibûn sirgûnkirin dîsa hat astengkirin
Hevdîtina bi 2 girtiyên ku ji Îmraliyê sirgûnî Sîlîvriyê hatin kirin careke din hat astengkirin. -
Meşa ji bo şikandina dorpêça li ser Sûrê rastî êrîşa polîan hat
Tevî sermaya pir dijwar jî polîsan bi ava şid êrîşî girseyê kir, gel derket şaneşînên malên xwe û bi lêxistina beroş û tepsiyan polîsên Tirk protestokirin. -
Şahidê înfaza : Destpêkê bombe avêtin pişt re gulebaran kirin
Çagatay got ku ji ber parçeyên şarapneyê bi awayeke sivîk birîndar bûne û rewş ji paralenteran re vegotine lê piştî nêv saetê herêma ku lê ne hatiye gulebarankirin û înfaz çêbûne. -
KJK: Qetlîam wê paş de gavê nedin avêtin
KJK’ê destnîşan kir ku şerê dispêrin Kurdan di heman demê de qetlîamek jinan e, wiha got: “Hê duh li Silopiyayê Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û Sevê Demîr hatin qetilkirin. -
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî: Li Stenbolê 2 polîsên Tirk hatin kuştin
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî da xuyakirin ku duh li Stenbolê 2 polîsên Tirk hatine kuştin. -
3 şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bîranîn
Cansiz, Dogan û Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li Nisêbîn û Dêrikê hatin bîranîn. Di bîranînan de peyam hat dayîn ku wê şopdarê rêya têkoşîna her 3 jinên Kurd ên li Silopiyayê ji aliyê heman zîhniyetê hatin qetilkirin bin. -
Cenazeyê Bişeng a 12 salî şandin Şirnexê
Cenazeyê Bîşeng Goran a 12 salî ya ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, şandin Şirnexê. -
Şerê li derdora Bendava Tişrînê dewam dike
Çeteyên DAIŞ'ê ji du baskan ve êrîşî Bendava Tişrînê kirin. Şervanê HSD'ê jî bersiv dan êrîşan û şerê ji ber êrîşê li vê herêmê rû da, dewam dike. -
Şirnexî ji bo 3 jinên siyasetmedar ên hatin qetilkirin meşiyan
Şirnexî, ji bo şermezarkirina înfaza siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar, bi pêşengiya KJA'yê li Taxa Dîcleyê li hev civiyan û heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê meşiyan. -
Amedî ji bo Sûrê li hev civiya, lê polîsên Tirk êrîş kirin
Ji bo şikandina dorpêçiya dewletê ya 36 roj in li Sûrê dewam dike, bi hezaran kes li Meydana Batikentê li hev civiyan. Lê belê polîsên dewleta Tirk êrîşî girseya gel kirin. -
Dêrsim ji bo sê jinên hatin qetilkirin daket kolanan: Em ê serî netewînin
Li Dêrsimê, bi sedan kes li ber avahiya şaredariyê li hev civiyan û qetilkirina sê jinên siyasetmedar ên li Silopiyayê, şermezar kirin. -
DBP: Her sê jin bi îşkenceyê hatin qetilkirin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek da xuyakirin, ku sê siyasetmedarên jin ji aliyê dewletê ve bi îşkenceyê hatine qetilkirin. Yuksek ji AKP'ê re got, 'Hûnê hesab bidin' û li dijî faşîzma AKP'ê banga eniyeke hevpar kir. -
Balûken: Bi zanebûn hatin înfazkirin
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, ku beriya 3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê bên qetilkirin bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin dikir got, "3 hevalên me yên jin bi zanebûn hatine înfazkirin." -
Cenazeyê mele Sanir ê hat qetilkirin piştî 12 rojan hat rakirin
Cenazeyê mele Hasan Sanir ê di 25'ê Kanûnê de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat qetilkirin û ji ber êrîşan cenaze nikarîbû ji mala lê ye bê derxistin, piştî 12 rojan hat rakirin. -
KONGRA GEL: Li dijî faşîzma Erdogan em berxwedanê mezin bikin
Hevserokatiya KONGRA GEL, ji bo hesab ji dewleta çete ya Erdogan bê pirsîn bang li her kesî kir, ku bi awayekî çalak tevlî berxwedanê bibin. -
KCD: Hûnê nikaribin bi qetilkirinê re me ji rêya me vegerînin
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der barê qetilkirina siyasetmedaren Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar de daxuyaniyek weşand. -
3 kesên cenazeyê Taşar rakirin nexweşxaneyê hatin binçavkirin
Cenazeyê Çetîn Taşar (19) ê li Şirnexê di gulereşandina ji maşînên zirxî de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê xizmên wî ve rakirin nexweşxaneyê. Lê belê 3 kesên cenaze rakirin nexweşxaneyê hatin binçavkirin. -
Gel dixwaze cenazeyan rake, polîsên Tirk êrîş dike
Cenazeyên 2 kesên li taxa Dîcle ya Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, ji ber astengî û êrîşa hêzên dewletê nikarin bên rakirin. Gel ji bo rakirina cenaze li ber xwe dide