Dêrsim ji bo sê jinên hatin qetilkirin daket kolanan: Em ê serî netewînin
Li Dêrsimê, bi sedan kes li ber avahiya şaredariyê li hev civiyan û qetilkirina sê jinên siyasetmedar ên li Silopiyayê, şermezar kirin.

Parlamentera berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, nûnerên KJA; HDP, DBP û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.
Altûn li vê derê axivî û got, "Li Silopiyayê sê hevalên me yên jin qetil kirin. Û em dibêjin; hînê gotinên me hene ku em ê bilêv bikin, hînê hêza me heye ku em ê li ber xwe bidin û azadiya me heye ku em ê bi dest bixin."
Altûn diyar kir ku gelê Kurd li hemberî înkar û asîmîlasyona dewletê serî netewand, wê ji niha û pê ve jî serî netewîne û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna cangoriyên têkoşÎna azadiyê heta serketinê bidomînin.