Polîsên Tirk avêtin ser avahiya şaredariya Erdîşê

Polîsên Tirk bi hinceta der heqê endamê Meclîsa Şaredariyê ya navçeya Erdîş a Wanê Mehmet Sayat de biryara girtinê heye, avêtin ser Şaredariya Erdîşê ya DBP’yî.

Ber bi danê êvarî ve gelek polîs û tîmên taybet bi ser avahiya Şaredariya Erdîşê ya DBP’yî ya Wanê de girtin.

Polîs hatin pêşiya avahiya, li derdorê tedbîrên zêde yên ewlehiyê girtin, bi hinceta der heqê endamê Meclîsa Şaredariyê ya navçeya Erdîş a Wanê Mehmet Sayat de biryara girtinê heye, ketin hundirê avahiyê.

Polîsan nehiştin rêveberên şaredariyê biryara dozgeriyê bibînin, li odeyan yek bi yek geriyan.

Polîsan dîtin ku Sayat ne li avahiyê ye, ji şaredariyê derketin.