Ji bo Tahîr Elçî mewlûd hat dayîn

Ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de hate qetilkirin mewlûd hate dayîn.

Ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de hate qetilkirin mewlûd hate dayîn. 

Ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çarling a Amedê hate qetilkirin di roja 40'emîn de mewlûd hate dayîn. Mewlud ji aliyê malbata Elçî û Baroya Amedê ve hate dayîn. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên bajar beşdar bûn. 
Li salona ku mewlud hate dayîn posterê Elçî û gotina wî ya "Min serê xwe netewand, me ez ê ji we bitirsim" bi pankartekî mezin hate daliqandin. 

Mewlud bi dua û xwarinê bi dawî bû.