Li Cizîr û Silopiyayê terora dewletê didome

Li Silopiyayê li gel êrîşên tankan, hêzên dewleta Tirk dikevin malan û bi darê zorê gel ji malan derxistinê didomînin.

Li Cizîrê terora dewletê didome ji danê sibehê ve ji gundên derdor navenda navçeyê didin ber hawanan. 

Li Silopiyayê li gel êrîşên tankan, hêzên dewleta Tirk dikevin malan û bi darê zorê gel ji malan derxistinê didomînin.

Êrîşên qirkirinê yên li navçeyên Silopiyayê û Cizîr ên Şirnexê di roja 24. de didome. Li hember hêzên dewletê ya ku dixwazin navçeyê bi temamî vale bikin, berxwedana hêzên YPS’ê û gel jî didome. Hêzên dewleta Tirk rexmê hemû êrîşên xwe nikarin bikevin taxên Cûdî, Nûr, Yafes û Sûrê, bi tankan bê navber didin ber topan.

JI GUNDAN NAVENDÊ DIDIN BER HAWANAN

Îro ji saetên danê sibehê ve qereqola Jendermeyan a gundê Bozalan û ji qereqolên gundên derdor dest bi avêtina hawanan kirin. Bi avêtina topan ve gelek malên taxên hilweşandin û bêkêr kirin. Di gelek malan de jî şewat derket. Ji ber şewatê dûmana reş tax pêçaye.

Guleyên hawanan li taxên ku bend lê tinene jî yên weke Şah, Dicle û Alîbeyê jî ketin. Êrîş li hember taxên ku gel piranî lê dijîn zêde dikin, dixwazin ku temamiya navçeyê bidin valakirin.

LI SÎLOPIYAYÊ ÊRÎŞ DIDOME 

Li navçeya Silopiyayê jî li gel êrîşan, gel berxwedana xwe didomîne. Bi tankan li dijî taxan êrîş didome. Serê sibehê hêzên dewletê li ser hin malên li taxên Cûdî û Nûhê de girtin. Nasnameyên welatiyan kontrol kirin û pirsên wekî "ev xendek ji aliyê sivîlan ve hatine kolandin an ji aliyê rêxistinê ve hatin kolandin", "ên ku xendek kolane we dîtiye" ji welatiyan kirin.
Êrîşên hêzên dewleta Tirk hê didome.