Gel dixwaze cenazeyan rake, polîsên Tirk êrîş dike
Cenazeyên 2 kesên li taxa Dîcle ya Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, ji ber astengî û êrîşa hêzên dewletê nikarin bên rakirin. Gel ji bo rakirina cenaze li ber xwe dide
Cenazeyên 2 kesên li taxa Dîcle ya Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, ji ber astengî û êrîşa hêzên dewletê nikarin bên rakirin. Gel ji bo rakirina cenaze li ber xwe dide
Cenazeyên 2 kesên nasnameyên wan nehatine diyarkirin, ên li taxa Dîcle ya Şirnexê di êrîşa polîsên Tirk de hatin qetilkirin, hînê nehatine rakirin. Cenazeyên her du kesan ji duh ve li nêzî Midûriyeta Daristanê tên ragirtin. Gelê Şirnexê jî ji bo rakirina cenazeyan li ber xwe dide. Tevî ku hêzên dewletê bi guleyên rastî êrîş dikin jî gelê Şirnexê danê vê sibehê li Meydana Cûmhûriyetê li hev civiya û ber bi Taxa Dîcle ve meşiya. Polîsên Tirk ên dor li cenazeyan girtine, bi guleyên rastî û gazên îsotê êrîşî gel kirin.
Polîsên Tirk ji maşînên zirxî strana "Olurum Turkiyem" û Mehter Marşi lê didin. Gelê Şirnexê jî li hemberî terora dewleta Tirk li ber xwe dide û ji nû ve li hev dicive.