Şirnexî ji bo 3 jinên siyasetmedar ên hatin qetilkirin meşiyan

Şirnexî, ji bo şermezarkirina înfaza siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar, bi pêşengiya KJA'yê li Taxa Dîcleyê li hev civiyan û heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê meşiyan.

Şirnexî, ji bo şermezarkirina înfaza siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar, bi pêşengiya KJA'yê li Taxa Dîcleyê li hev civiyan û heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê meşiyan.

Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Tolhildan" û "Dewlet a kujer wê hesab bide" hat qîrîn. Lİ ber nexweşxaneyê li ser navê KJA'yê Eda Bazencîr daxuyaniyek da.

Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Adem Geverî û Îbrahîm Ayhan jî di dema dayîna daxuyaniyê de amade bûn. Bazencîr diyar kir ku sê jinên siyasetmedar bi birîndarî hatin înfazkirin û got, "Em vê komkujiyê lenet dikin. Manîdar e ku ev komkujî hefteyek beriya komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê hat kirin. Komkujiyên li Parîs û Silopiyayê pratîka heman mejî ye."

Bazencîr gotina Ûyar a digot, "Çiqasî me qetil bikin em ewqasî zêdetir şîn dibin. Em ji xweliyên xwe diafirin" bibîr xist û got, "Em ê ti carî tine nebin. Çîrokên me yên berxwedanê wê di nava nifşên siberojê de her li ser lêvan bin. Em bang li vî zîhniyetê qetlîamker dikin ku hindikî jî be, bi rûmet be."

Piştre dayika aştiyê ya bi navê Fatma Kartal mafê axaftinê wergirt û got, "Yên ku me qetil dikin, dewleta AKP'ê ya ku me nas nake, em jî êdî qet wan nas nakin. Ew çiqasî ji me bikujin, têkoşîna me jî wê ewqasî mezin bibe."