Cenazeyê mele Sanir ê hat qetilkirin piştî 12 rojan hat rakirin

Cenazeyê mele Hasan Sanir ê di 25'ê Kanûnê de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat qetilkirin û ji ber êrîşan cenaze nikarîbû ji mala lê ye bê derxistin, piştî 12 rojan hat rakirin.

Cenazeyê mele Hasan Sanir (75) ê di 25'ê Kanûnê de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat qetilkirin û ji ber êrîşan cenaze nikarîbû ji mala lê ye bê derxistin, piştî 12 rojan hat rakirin.

Hasan Sanir, li navçeya Şirnex Hezexê di 25'ê Kanûnê de dema ji bo erzaqê ji zarokên xwe re bîne çû qatê duyemîn ê mala xwe ya li Taxa Nûrê, ji aliyê polîsên sekvan ên Tirk ve hat qetilkirin. Cenazeyê Sanir, ji ber êrîşên hêzên dewletê ji malê nikarîbû bê derxistin.

Piştî 12 rojan cenaze hat rakirin û bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Hat ragihandin, ku ji bo otopsiyê cenazeyê Sanir birine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.