KCD: Hûnê nikaribin bi qetilkirinê re me ji rêya me vegerînin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der barê qetilkirina siyasetmedaren Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar de daxuyaniyek weşand.

KCD'ê nerazîbûneke tund nîşanî qetilkirina siyasetmedarên Kurd ên jin da û destnîşan kir, ku çi tê kirin bila bê kirin, wê gel ji rêya xwe venegere.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der barê qetilkirina siyasetmedaren Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar de daxuyaniyek weşand.

KCD'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Hikûmeta AKP'ê, li hemberî daxwazên meşrû û berxwedana mafdar a gelê me, bi binpêkirina hiqûqa gerdûnî, binpêkirina nirxên wijdanî û exlaqî re sûcê şer dike. Li hemberî gelê me yê sivîl, komkujiyan dike."

'FAŞÎZMA HÎTLER LI HEMBERÎ GELÊ KURD DIMEŞÎNE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêkanîn û rêbazên faşîzma AKP'ê piştî 70 salan ji aliyê AKP'ê ve li hemberî gelê Kurd tên bikaranîn û hat gotin, "Mîna faşîzma Hîtler, bi pêkanînên jenosîdê re dixwaze hemû reng û nasnameyan tine bike, bi projeya afirandina civak û mirovê yek tîp re gelê Kurd û hêzên demokratîk qetil dike, bi komî binçav dike, digire, bajaran bi doman dorpêç dike û di bin navê qedexeya derketina derve de wehşteke li dijî mirovahiyê dike."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Encama herî dawî ya van polîtîka û pêkanînên bi mehan e tê meşandin, di 06.01.2016'an de li Silopiyayê pêk hat. Siyasetmedarên Kurd ên jin ku bi awayekî qanûnî û demokratîk siyaset dikirin, endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û Aktîvîsta KJA'yê Fatma Ûyar, bi zanebûn hedef hatin girtin û bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Em van êrîş û komkujiyên li hemberî gelê me yê sivîl, li hemberî siyasetmedar û saziyên me bi tundî şermezar û lenet dikin."

'EM Ê JI RÊYA XWE VENEGERIN'

KCD'ê ji gelê Kurd, malbatan û KJA'yê re sersaxî xwest û got, "Ti ji van êrîş û komkujiyan wê nikaribin berxwedana mafdar û rewa ya gelê me têk bibin. Em bi awayekî zelal dibêjin; gelê me wê ji rêya xwe venegere."