3 şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bîranîn

Cansiz, Dogan û Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li Nisêbîn û Dêrikê hatin bîranîn. Di bîranînan de peyam hat dayîn ku wê şopdarê rêya têkoşîna her 3 jinên Kurd ên li Silopiyayê ji aliyê heman zîhniyetê hatin qetilkirin bin.

Hevbirên Nisêbînê yên KJA, 3 siyasetmedarên jin ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin bi aktîvîteyek li Mala Sersaxiyê ya li Taxa Firat a ku bi mehan e bi qedexeyan ve di bin êrîşan de ye bibîr anîn. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, endamên Meclîsa Taxê, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek jinên li taxê tevlî bîranînê bûn.

Di salona bîranîn lê hat lidarxistin de wêneyên Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) her wiha 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ên ku li Silopiyayê pêr hatin qetilkirin, Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî hatin daliqandin.

Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya di bîranînê de axivî, got di pêvajoyeke xwe ji bo bîranîna 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin amade dikirin de, dîsa heman êş kişandine û li Silopiyayê ji aliyê heman zîhniyetê 3 jin hatin qetilkirin. Kaya diyar kir ku dewlet ji îradeya jinên Kurd ên zane û radibin ser piyan ditirse, destnîşan kir ku dewlet hewl dide vê zanebûnê bi qetilkirinê tine bike. Kaya bi bîr xist ku çi dibe bila bibe wê têkoşîna wan her tim bişopînin, bang li tevahî jinên Kurd kir ku di vê têkoşînê de cihê xwe bigirin. Piştî axaftinan sînevîzyonek jiyana Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez vedibêje hat pêşkêşkirin. Piştî sînevîzyonê jinan bi dirûşm û tilîliyan ve bîranîn bi dawî kirin.

LI DÊRIKÊ BÎRANÎN

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî Kongreya Jinên Azad bi heman armancê aktîvîte li dar xist. Aktîvîte li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Dêrikê hat lidarxistin, bi rêzgirtinê destpê kir. 

Di aktîvîteyê de aktîvîsta KJA Gulseren Yuzal axivî, wiha got: “Roj roja li nirxê xwe, îradeya xwe xwedî derketinê ye. Dîsa roj roja azadiya xwe pêkanînê û gelê xwe azadkirinê ye.”

Piştî axaftinan helbest hatin guhdarkirin, pêşendana sînevîzyonê ya têkoşîna 3 siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin hat pêşendan.