Li Elmanyayê qetlîam tên protestokirin, berxwedan tên silavkirin
Li navendên cuda yên Elmanyayê êrîşên qirker ên AKP’ê hatin protestokirin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiya gel hat silavkirin, banga, “bêdeng nemînin” hat kirin.

HEILBRONN
Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ciwanên Kurd ji bo balkişandina ser qetlîman li pêşiya avahiya Heîlbronner Stîmme ya rojnameya xwecîhî ye û ‘Radyo Ton’ê çalakî li dar xistin.
Di çalakiyê de ciwanan berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê silav kirin, pankarta, “Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser gelê Kurd e” vekirin.
Ciwanan piştî çalakiyê dosyayek têkîldarî êrîşên qirker ên li Kurdistanê danîn çapemeniya xwecîhî.
NÎENBURG
Kurdistaniyên li bajarê Nîenbûrg ê Elmanyayê hatin cem hev, AKP’e protesto kirin, berxwedanên xwerêveberiyan silav kirin. Di çalakiyê de pankarta hevkariya AKP-DAIŞ’ê nîşan dide vekirin, wêneyên zarokên hatin qetilkirin rakirin.
Di çalakiyê de belavokên ji aliyê NAV-DEM’ê hatin amadekirin hatin belavkirin.
BENSHEIM
Li bajarokê Bensheîm ê Elmanyayê 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bîranîn.
Bîranîn bi axaftina vekirinê ya Hevseroka DKTM-Bensheim Ayne Yalçin ve destpê kir, endama TJK-E wiha got: “Di ketina 3. salvegera Qetlîama Parîsê de li Silopiyayê 3 hevalên me yên jin ên din jî qetil kirin. Em van qetlîaman nelet dikin. Em îro li ser mîrateya wan têkoşînê dimeşînin. Em ê her tim bi bîranînên wan ve girêdayî bimînin.
Di çalakiyê de ji bo meşa 9’ê Çileyê wê li Parîsê pêk were jî banga tevlîbûnê hate kirin.