Şerê li derdora Bendava Tişrînê dewam dike

Çeteyên DAIŞ'ê ji du baskan ve êrîşî Bendava Tişrînê kirin. Şervanê HSD'ê jî bersiv dan êrîşan û şerê ji ber êrîşê li vê herêmê rû da, dewam dike.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê îro saet di navbera 04:00-10:00 de ji du baskan ve êrîşî Bendava Tişrînê kirin. Şervanên HSD'ê di cih de bersiv dan êrîşê û li ser vê yekê şerekî dijwar derket.

Çeteyan ji aliyekî ve ji girên li hember Pira Qereqozaqê ya li başûrê Bendava Tişrînê êrîş kirin, ji aliyekî din ve bi tank, çekên giran û hejmarek mezin ji çeteyan ji aliyê Bajarê Minbicê yê li bakurêrojavayê Bendava Tişrînê, êrîş pêk anîne.

Şervanên HSD’ê bersiv didin êrîşên çeteyan. Di navbera  şervanên HSD’ê û çeteyan de şerekî dijwar rû dide. Ji ber ku şer bi djwarî didomin, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ji aliyekî din  ve şerê li bajarokê Eyîn Îsa di navbera HSD’ê û çeteyan de rû da, didome. Aagahiyên zelal ji vir jî nehatin bidestxistin.