Êrîşên av û elektrîkê têrê nekir niha jî bi qenalîzasyonan re mijûl dibin
Li Cizîrê hêzên dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li hember gel û derfetên jiyanê her roj serî li rêyên nû didin.
Li Cizîrê hêzên dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li hember gel û derfetên jiyanê her roj serî li rêyên nû didin.
Hêzên dewleta Tirk beriya niha depoyên avê û trafoyên elektrîkê kiribûn hedef, vê carê jî derbasbûna qenalîzasyonan digirin.
Li Cizîrê êrîş û terora dewleta Tirk di roja 24. de berdewam dike, hêzên dewletê yên ku êrîşî gel dikin, di êrîşan de ji bo gel ji jiyangehan derxin hemû rêbazan diceribînin.
Hêzên dewleta Tirk beriya niha depoyên avê û trafoyên elektrîkê kiribûn hedef, vê carê jî derbasbûna qenalîzasyonan digirin. Li Taxa Nûhê ava qenalên ku bi kanalîzasyonan re dibin yek bi kepçeyên zirxî hilweşandin û pêşiya avê girtin.
Sîstema qenalîzasyonê ya taxê bi van rêbazan bi temamî hatiye hilweşandin.