YPG: Li Helebê 3 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku ku li çerxerêya Cenol tirimpêleke çeteyan hat derb kirin û li taxa Şêxmeqsûd jî 3 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku ku li çerxerêya Cenol tirimpêleke çeteyan hat derb kirin û li taxa Şêxmeqsûd jî 3 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku ku li çerxerêya Cenol tirimpêleke çeteyan hat derb kirin û li taxa Şêxmeqsûd jî 3 çete hatin kuştin. Her wiha êrîşên çetên DAIŞ’ê li derdora pira Qereqoqzaqê vala hatin derxisitn û li herêmê operesyon didome.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên Helebê û Kantona Kobanê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê de wiha hat gotin: “Di 4′; Kanunê di saetên şev de çeteyên El Nusra li dijî çarxêrêya Cendol û herêma Mesbeh a bakure Halebê êrîşek lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên me ya li dijî çeteyên êrîş li qadê şerên dijwar qewimîn. Li herêmê pevçûnan heta 5’ê kanûnê saetên dibeh dom kirin. Di van pevçûnan de maşînekî leşkerî ya çeteyan hat derbkirin û hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelal kirin.
5’ê kanunê çeteyên El Nusra bi çekên giran êrîş birin li ser taxa Şêx Meqsud a Halebê. Hêzên me di cih de bersiv dan êrîşê çeteyan û di herêma Febrîqa Zeytê de 3 endamê çeteyan hatin kuştin.
6’l Kanunê (îro) saet 04.00’an de çeteyên DAIŞê li dijî gundê Qereqozax a başûrrojavayê Kobanê êrîşek lidarxistin.
Çeteyên DAIŞê saet 04.00’an de ji başûrê Qereqozax çemê Firatê derbaskirin, xwe li qadê belavkirin û êrîşî noqteyên hêzên me kirin. Hêzên me jî di cih de bersiv dan çeteyan û êrîşê çeteyan şikandin. Piştrê hêzên me ji bo bê bandor kirina çeteyan operasyonek lidarxistin. Di operasyona ku heta niha jî berdewam dike de heta niha roketavêjek B7 û 4 gulleyên vî, 2 bombeya destan û hin alavên leşkerî hatiye bi dest xistin. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan nehatiye zelalkirin.”