Meşa ji bo şikandina dorpêça li ser Sûrê rastî êrîşa polîan hat
Tevî sermaya pir dijwar jî polîsan bi ava şid êrîşî girseyê kir, gel derket şaneşînên malên xwe û bi lêxistina beroş û tepsiyan polîsên Tirk protestokirin.
Tevî sermaya pir dijwar jî polîsan bi ava şid êrîşî girseyê kir, gel derket şaneşînên malên xwe û bi lêxistina beroş û tepsiyan polîsên Tirk protestokirin.
Bi sedan kes ji bo dorpêça ku ev 36 roj in li Sûrê berdewam dike bişkînin, ji Qada Batikentê xwestin bimeşin Sûrê, rastî êrîşa polîsan hatin.
Tevî sermaya pir dijwar jî polîsan bi ava şid êrîşî girseyê kir, gel derket şaneşînên malên xwe û bi lêxistina beroş û tepsiyan polîsên Tirk protestokirin.
Gelê Amedê ji bo şkandina dorpêça dewleta Tirk a 36 roj in li ser navçeya Sûrê didome, li Batikentê kom bû. Di protestoyê de Parlamenterê HDP’ê Ziya Pîr, Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek û rêveberên DBP’ê yên Bajar jî amade bûn. Polîsan destûr nedan meşê. Polîsê sivîl ê siyasetmedar ji bo meşê pê re axivîn, wiha bal kişand ser rewşa fikrandina xwe ya heyî: “Konjonktur ne guncav e. Ne ewlehiya me ne jî ya we.” Meşa girseyê ya Stasyon û parka Koşûyolû jî hat astengkirin.
Girseyê pêkanînên polîsên Tirk ên kêfî jî protesto kirin, bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Sûrê”, “Bi Berxwedanê Em ê Bi Ser Bikevin” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin û ji aliyê dijber yê Qada Stasyonê ve ketin meşê. Girseya bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin polîsan ji paş de êrîş bir ser girseyê. TOMA’yê ava şid li girseyê reşand. Rexmê berfê û sermaya dijwar jî girse dîsa kom bû, bertek nîşanî polîsan da û bi gulatên berfê êrîşî wesayîtên zirxî kirin. Gel ji şaneşînên malên xwe bi lêxistina beroş û tepsiyan pirştgirî dan çalakvanan.