Hevdîtina bi girtiyên ji Îmraliyê hatibûn sirgûnkirin dîsa hat astengkirin
Hevdîtina bi 2 girtiyên ku ji Îmraliyê sirgûnî Sîlîvriyê hatin kirin careke din hat astengkirin.
Hevdîtina bi 2 girtiyên ku ji Îmraliyê sirgûnî Sîlîvriyê hatin kirin careke din hat astengkirin.
Hevdîtina bi 2 girtiyên ku ji Îmraliyê sirgûnî Sîlîvriyê hatin kirin careke din hat astengkirin.
Li gor agahiyên ANF’ê bi dest xistin; parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin xwestin muwekîlên xwe Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên ji Girtîgeha Îmraliyê hatin sirgûnkirin, li Girtîgeha Sîlîvrî ziyaret bikin. Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên danê nîvro çûn girtîgehê ji aliyê îdareya girtîgehê hat redkirin. Îdarê diyar kir ku wê bi xwe rojeke hevdîtinê aşkera bikin û wiha wê destûrê bidin parêzeran. Parêzeran jî bi bîr xistin ku ev rewş derveyî hiqûqê ye.
Girtiyên din jî ji parêzeran re gotin ku her du girtiyên behsa wan tên kirin nanîne Sîlîvriyê. Îdareyê di hevdîtina xwe de qebûl kir ku girtî li Girtîgeha Sîlîvriyê ye.
PARÊZER BI FIKAR IN
Di daxuyaniya duh ya ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Asrin hatibû kirin de wiha hatibû gotin: “Têkîldarî muwekîlê me yê li giravê jî Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bi israr ji agahîdayinê reviyaye. Ji vê kêliyê ve êdî di serî de Birêz Ocalan, têkîldarî rewş û şertên fîzîkî yên muwekîlên me de ti agahiyên me tinene. Ev rewş fikaran dide avakirin.”