KONGRA GEL: Li dijî faşîzma Erdogan em berxwedanê mezin bikin
Hevserokatiya KONGRA GEL, ji bo hesab ji dewleta çete ya Erdogan bê pirsîn bang li her kesî kir, ku bi awayekî çalak tevlî berxwedanê bibin.
Hevserokatiya KONGRA GEL, ji bo hesab ji dewleta çete ya Erdogan bê pirsîn bang li her kesî kir, ku bi awayekî çalak tevlî berxwedanê bibin.
Hevserokatiya KONGRA GEL da xuyakirin ku eyaletên Botan, Mêrdîn û Amedê cihên têkoşîna gerîla lê destpê kirine û destnîşan kir, ku têkoşîna gerîla bi qasî ku ji cihê xwe neyê rakirin, reh berdaye nava van cihan. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê me yê li van herêman ku ji roja destpêkê heta roja îro bi dayîna berdêlên mezin re pêşengî ji têkoşîna azadiyê re kiriye, niha jî ji vê pêvajoya ku em jê re dibêjin pêvajoya fînalê ye, pêşengiyê dike. Bi berxwedanên xwe yên bi heybet ên xwerêveberiyê re rola xwe ya dîrokî bi cih tîne.
Botan dilê van eyaletan e. Gelê Botanê dizane; eger Botan bi ser bikeve wê tevahiya gelê Kurdistanê bi ser bikeve, wê Rêber Apo bi ser bkeve, wê hemû bindestên azadî û demokrasiyê dixwazin bi ser bikevin. Ji ber vê yekê bi ruhekî berê xwe daye serketinê, li ber xwe dide.
Ji ber vê yekê, çeteyên dewleta Erdogan bi hemû hêzên xwe re ji bo şikandina berxwedana xwerêveberiyê her roj komkujiyan dikin. Zarok, ciwan û jin her roj gelek mirovên me qetil dikin."
DEWLET DIXWAZE VÎNA AZADIYÊ YA GELÊ ME BIŞIKÎNE
Hevserokatiya KONGRA GEL bibîr xist ku çeteyên dewletê li Silopiyayê Pakîze Nayir (Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê), Sêvê Demîr (Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê) û Fatma Ûyar (Aktîvîsta KJA) qetil kirine û got, "Di salvegera 3. a qetilkirina sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin de, rasthatin nîne ku her sê jinên Kurd ên şoreşger hatine qetilkirin. Dewlet dixwaze vîna azadiyê ya gelê me bişikîne. Dewlet dixwaze komkujiya Dêrsimê li gorî şert û mercên roja îro careke din pêk bîne.
Pêkanînên li hemberî Rêber Apo, vê konsepta tinekirinê bi awayekî vekirî radixe pêş çavan. Rêbertî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi parêzerên xwe, ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve bi malbata xwe û parêzerê weke wasî hatiye wezîfedarkirin, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî nikare bi heyeta HDP'ê re hevdîtinê bike. Tevî van hemûyan, ji PKK'yiyên li Îmraliyê dihatin ragirtin Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş sirgûnî Sîlîvrî hatin kirin. Serlêdanên li ser rewşa Rêber Apo û sirgûnan ji aliyê Wezareta Edaletê ve bêbersiv tên hiştin."
DIJBERÊN FAŞÎZMA ERDOGAN, JI BO RABIN SER PIYAN LI BENDA ÇI NE?
Daxuyniya Hevserokatiya KONGRA-GEL bi vî rengî dewam kir:
"Em ji her kesên li dijî faşîzma Erdogan in, vê dipirsin; Mîna pêvajoya Kobanê ji bo rabûna ser piyan hûn hînê li benda çi ne? Ji bo pêşî li komkujiyên ku çeteyên Erdogan li Silopiya, Cizîr û Sûrê ji bo şikandina berxwedana xwerêveberiyê tên meşandin were girtin, ji bo dawî li rewşa nediyar a li hemberî Rêbertî bê anîn, pêwîste her kes ji bo têkoşîna gel a şoreşgerî seferber bibin.
Dewleta Tirk a ku berî 3 salan li Parîsê 3 jinên şoreşger ên Kurd qetil kir, li Kurdistanê her roj bi awayekî vekirî jin û zarokên Kurd qetil dike. Hêza ku dewleta Tirk bisekinîne, hêrsa şoreşgerî ya gelê me ye.
DIBE KU SIBE DERENG BE
Ji bo Rêber Apo û jin û zarokên her roj tên qetilkirin, divê gelê me hêrsa xwe ya şoreşgerî biteqîne. Êdî kêr gihaştiye hestî. Roj ew roj e ku ji çeteyên Erdogan hesab were pirsîn. Sibe dibe ku dereng be.
Em bang li gelên xwe yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dijîn dikin; Roj roja şermezarkirin an jî mehkûmkirina komkujiyan nîne, ji ber ku ev helwest pêşî li komkujiyan nagire. Roj ew roj e ku hesab ji komkujiyan were pirsîn.
DIVÊ HER KES RABE SER PIYAN, BERXWEDANÊ MEZIN BIKE
Dilê gelên me duh li Rojava û Kobanê lê dida. Îro divê dilê gelên me li Bakurê Kurdistanê bi berxwedana gelê me yên xwerêveberiyê re be. Ji ber ku serketina berxwedana xwerêveberiyê, serketina tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye, serketina hemû bindestan e. Serketina dijberên faşîzma Erdogan e.
Ji ber vê yekê di serî de jin û ciwan, divê her kes rabin ser piyan, ji bo hesab ji dewleta çete ya Erdogan were pirsîn bi awayekî çalak tevlî berxwedanê bibin."