Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Kamûran Yuksek û Emîne Ayna, der barê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin, Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayîr û Aktîvîsta KJA'yê Fatma Ûyar de, li avahiya Navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê lidar xistin.
Hevserokê Giştê yê DBP'ê Kamûran Yuksek destnîşan kir ku ji meha Tîrmehê heya niha 215 sivîl ji aliyê dewleta AKP'ê ve hatiye qetilkirin û got "Em bi hikûmeteke kujer re rû bi rû ne." Yuksek, der barê qetilkirina 3 siyastmederan jin ên Kurd jî agahiyên girîng ên ku destnîşan dike ku hatine înfaz kirin, bi raya giştî re parve kir.
Yuksek da zanîn ku dema endama Meclîsa Partiyê Sêvê Demîr û koma li gel wê xwestine ji Taxa Karşiyakayê derbasî Taxa Yeşiltepeyê bibin rastî êrîşê hatine û wiha axivî: "Dema derbas dibin ji aliyê leşker û polîsan ve têne gulebaran kirin. Ev kom 8 kes in. Ji nav komê hevalekî me yê birîndar saet di 19.35'an de li hevseroka me ya navçeyê digere û dibêje ew birîndar in. Me jî ev agahî bihîst û em ketin nav hin hewldanan. Em bi rêya Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken re, bi Wezîrê Karên Hundir û Musteşarê Cemaweriyê re ketin têkiliyê. Ev axaftina me saet di 21.30'an de pêk hat. Piştî axaftinê, rayedarên ku li me vegeriyan diyar kirin ku li rayedarên herêmî geriyane û rewşek bi vî rengî tine ye, herêma ku tê behskirin herêma şer e û daxwaza me hate redkirin. Ji me re gotin ti sivîl birîndar nebûye. Ev rewş bi saetan berdewam kir. Saet derdora 01.00'an de ambûlansa şaredariyê diçe û cenazeyên 3 hevalên me yên jin digire. Di nav vê demê de we çi kir?"
'BI ÎŞKENCEYÊ HATIN QETILKIRIN'
Yuksek da zanîn ku raporên otopsiyê yên her 3 jinên siyasetmedar di destên wan de ye û wiha berdewam kir: "Ev hevalên me di wê rewşê de ne ku rûyê wan nayê nasîn, teşhîsa wan nayê kirin. We çi kir? Nexwe dema we xwe gihand van kesan birîndar bûn û we bi îşkenceyê qetil kir. Waliyê Şirnexê hevalên me yên birîndar qetil kiriye. Rastî ev e."
Yuksek di dawiya axaftina xwe de bi van gotinan banga berxwedanê li gelê Kurd kir: "Ez bang li her bajar, navçe, gund û bajarokan dikim ku nerazîbûnê nîşan bidin. Êdî dem e ku bi berxwedanekê bêdem û giştî ev were rawestandin. Ez bang li hemû saziyên demokrat dikim ku li hemberî hikumeta faşîst eniya demokrasiyê ava bikin."
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna axivî û got tespîta nasnameyên her 3 jinên Kurd, 2 rojan ajotiye. Ayna da zanîn ku deriyê morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku cenaze anîne ji aliyê tîmên taybet ve hatiye qefilkirin.
Ayna got ku der barê merasîma cenazeyê her 3 siyasetmedarên jin bernama hê nehatiye zelal kirin û ew li bendê ne ku malbat werin û bi wan re zelal bikin.
Piştî daxuyaniyê rêveberên DBP û KJA'yê ji bo cenazeyan çûn Şirnexê. Tê payîn ku cenazeyan bînin Amedê.