Cenazeya Sêvê Demîr wê li Mêrdînê bi girseyî bê pêşwazîkirin

Ji bo pêşwazîkirina cenazeya endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr a li Sîlopiyê hate qetilkirin, ji aliyê rêxistina DBP’ê ya bajarê Mêrdînê banga tevlîbûnê hat kirin.

Rêxistina DBP’ê ya bajarê Mêrdînê ji bo xwedîderketinek girseyî ya li cenazeyê Sêvê Demîr a li Silopiyayê hat qetilkirin bang li gel kir ku beşdarî merasîmê bibin.

Ji bo pêşwazîkirina cenazeya endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr a li Sîlopiyê hate qetilkirin, ji aliyê rêxistina DBP’ê ya bajarê Mêrdînê banga tevlîbûnê hat kirin.

Sibehê wê cenazeyê Demîr ji ser Mêrdînê re derbasî Amedê bikin. Bi beşdarbûna rêxistinên navçe û bajarê Mêrdînê ve di saet 13:00’an de li avahiya petrolê ya li derketina navçeya Midyadê wê Demîr bi awayek girseyî bê pêşwazîkirin.

Di daxuyaniyê de, banga beşdariyê li tevahî gelê Mêrdînê hat kirin.