Balûken: Bi zanebûn hatin înfazkirin
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, ku beriya 3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê bên qetilkirin bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin dikir got, "3 hevalên me yên jin bi zanebûn hatine înfazkirin."
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, ku beriya 3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê bên qetilkirin bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin dikir got, "3 hevalên me yên jin bi zanebûn hatine înfazkirin."
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, ku dema agahiya birîndarbûna 3 jinên Kurd ên siyasetmedar ji wan re hat, bi rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Hundir û Musteşariya Ewlekariya Cemaweriyê re hevdîtin dikirin, der barê vê hevdîtinê de agahî da.
Balûken anî ziman ku piştî ji wan re hat gotin, 'Sêvê Demîr û 3-4 sivîl birîndar in' wan dest bi hevdîtinan kirin û got, "3-4 caran em li ser hev li wan geriyan. Me ji wan re gotin ku divê ambûlans ji cihê Sêvê Demîr û yên pê re birîndar bûne bê şandin û wan rakin nexweşxaneyê."
Balûken diyar kir ku ev bersiv ji wan re hatiye dayîn: "Li gorî agahiyên ji Walîtiya Şirnexê gihaştine ber destê me, li herêmê şer heye, lewma ambûlans nikare biçe. Me ji Silopiyayê ji herêmê agahî werdigirt, ku şer nîne û me ji wan re radigihand ku fikarên wan li ser înfazkirinê hene. Ambûlans neşandin. Di dawiya dawî de agahiyên ji me re hatibû dayîn, piştrast bû. Bi zanebûn înfaz kirin."
Balûken ragihand ku wan bi taybetî navê Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr dane û got, "Lê belê hewldanên me bê encam man."
'POLÎSAN NEHIŞTIN SERBIJÎŞK JÎ BIKEVE HUNDIRÊ NEXWEŞXANEYÊ'
Balûken anî ziman ku dema cenaze rakirin nexweşxaneyê jî agahî ji wan re nehatiye dayîn û got, "Ji rakirina cenazeyan heta otopsiyê ti agahî ji me re nehat dayîn. Duh em gelek caran bi Alîkar û Musteşarê Wezîrê Karên Derve re axivîn. Me ji wan re gotin ku 4 cenaze rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û dibe ku yên hevalên me yên ku ji duh ve em rewşa wan radigihînin, bin. Lê dîsa jî agahî nedan. Tîmên taybet duh tevahiya rojê deriyê morgê kilît kiriye, mifte bi xwe re biriye û hiştiye serbijîşk jî bikeve hundir. Nehiştin parlamenterên me yên Şirnexê jî bikevin nava nexweşxaneyê."