Di 9'ê Çileya 2013'an de, 3 jinên şoreşger ên Kurd li Parîsê, bi bêbextî û namerdane hatin şehîd kirin. Em dikevine 4. salvegera komkujiya hovane. Gelê Kurd, piranî jî jinên Kurd, li her cih û warî, komkujiya rûreş şermezar dikin û daxwaz dikin ku komkujî ji her alî ve were ronî kirin û ji kujeran jî hesab werê pirsîn. Li hemberî tevahiya daxwaz û bangên 3 salan, doza ronîkirinê çiqasî hatiye pêşxistin nayê zanîn. Lê xuya dike ku çalakiyên li dijî ronîkirina komkujiya Parîsê wê berdewam bikin.
Berî her tiştî, em di 3. salvegera komkujiya plankirî, bê bebext û hovane ya şehîdkirina 3 jinên şoreşger Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez' bi dilsozî yad dikin. Çiqasî di jiyana xwe ya dilsoz de, di têkoşîna demokrasî de rola xwe lîstin, bi şehadeta xwe jî roleke erênî di têkoşîna azadiya jinê, ya şoreşa Kurdistanê de lîstine. Pêşketinên 3 salên dawî di warê azadî û demokrasiyê de nîşaniya vê ne. Di nava sê salan de, bi hezaran Sakine, Fidan û Leyla, bi navê Sara, Rojbin û Ronahi derketin holê.
Bêguman, komkujiya 9'ê Çile li Parîsê ji bo me ronî ye. Kujer Omer Guney hate girtin û têkiliyên wî yên ideolojîk, siyasî û rêxistinî derketine holê. Eşkere bûye ku vî kesî ferman ji teşkîlata MÎT'a Tirkiyê standiye. Daxuyanî û gotinên serokwezîr û wezîrên demê, vekirî nîşan dan ku ew jî di nava hevkariya vê komkujiyê de ne. Çapemeniya wê demê û alîgirên desthilatdariyê bi zimanekî hevbeş, sernavên "Lîsteya Kesên werin Kuştin" weşandin û ev rastî eşkere kirin.
Ji ber vê çendê, eşkere ye ku komkujiya li Parîsê têkildarî desthilatdariya Enqerê pêk hatiye. Lê tiştê winda, ku tê xwestin were eşkere kirin, ji hevkarên desthilatdariya AKPê û Teşkîlata Gulen, kîjanî ji wan komkujî kiriye. Desthilatdariya AKP'ê, kiryarên qirêj yên wê demê teva diavêje ser Teşkîlata Gulen û xwe paqij nîşan dide. Di komkujiya 9'ê Çile de li Parîsê jî hemen tiştî dike.
Eger, komkujiya 9'ê Çile li Parîsê, ji aliyê teşkîlata Gulen ve, ku di heman demê de hevkarê desthilatdariya AKPê bûn hatibe kirin, nayê wê wateya ku AKP paqij e. Ji ber ku ne mumkun e, li derî agahiyên desthilatdariya AKP'ê û rêxistina MÎT'ê, ev komkujiya bêbext û rûreş werî kirin. Ji aliyê din ve, belge derketin holê ku komkujî girêdayî MIT'ê hatiye kirin. MIT jî girêdayî desthilatdariya AKP'ê ye û li gorî fermanên Tayyip Erdogan hereket û kar dikin. Lewra AKP nikare xwe ji komkujiya bêbext û rûreş ya Parîsê paqij bike. Hikumeta AKP, çi bêje, çi bike hevkarê vê komkujiya bêbext û namerd e.
Zelal bûye ku, komkujiya 9'ê Çile li Parîsê, parçeyek ji rastiya desthilatdariya kujer ya AKPê ye. Li pêşiya vê komkujiya bêbext, di 28'ê kanûna 2011an de komkujiya li Roboskê, heye. Piştî wê jî komkujiya Pirsus û Enqerê hene. Komkujiyên li Cizir û Surê hene. Desthilatdariya AKP'ê li ser bingeha komkujî û zordestiyan hatiye ava kirin. Li navenda Parîsê, ji aliyê zihniyeta ku jinên şoreşger û welatparêz bi çek bide kuştin, bêguman wê li ser gel jî terora komkujiyan bide meşandin. Îro li bajar û navçeyên Kurdistanê jî heman kiryar, bi heman zihniyetê têne kirin.
Hemberî ku bûyer ewqasî vekiriye û gelek tişt aşkere bûne, desthilatdariya îro ya Fransa rastiyê nabêje û mikur nayê. Rola Komara Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, di komkujiya bêbext ya Parîsê de eşkere nake û li ser vê komkujiya rûreş, gelek bazaran jî dikin. Ev jî rastiya desthilatdariya Fransa ye. Mîna ku hevkariya hêzên kujer bike tevdigerin.
Helwesta desthilatdariya Fransa ku komkujiya li Parîsê ronî nekiriye, bûye sedemek ku Komara Tirkiyê li Kurdistanê komkujiyan bike. Kesên ku qetlîama Parîs ronî nekirin, ji komkujiyên li Cizîrê, Silopi, Nisêbin, Kerboran û Surê û li tevahiya Bakurê Kurdistanê têne kirin de qasî desthilatdariya AKPê hevpar û berpirsiyar in. Rêveberiya desthilatdariya Fransa ger wisa nêzî kurdên Bakur bibe, çiqasî xwe wek dostê Kurdên Rojava nîşan bide jî, gelê Kurd nade bawer kirin. Di vê sîyasetê û seknê de sedî sed berjewendî hene.
Sedema ku encama komkujiya Parîsê ne hatiye eşkere kirin, kujer û kesên li pey wan ne hatine darizandin, encama wê jî di kiryarên hovane û faşîzan ên li Kurdistanê derdikeve holê. Têkiliya komkujiyên di mehên Çile û Mijdara 2015'an li Parîsê jî, bi vê helwesta ne-ronîkirina komkujiya şehîdkirina jinên kurd re girêdayî ye. Eger komkujiya bêbext a li Parîsê hatibane ronkîkirin, kujer û kesên li pey hatibane eşkere kirin û darizandin, komkujiyên li Parîs pêk ne dihatin.
Ev dide xuya kirin ku helwesta dewleta Tirkiyê û ya Fransa bandor li kiryarên piştî komkujiya li hemberî jinên Kurd kiriye. Eger Tirkiyê bi berpisiyarî û ciddiyet komkujiya li Parîsê girtibane dest û bûyer ronî kiriba, niha wê li bakurê Kurdistanê de ne di helwestek êrîşkeriya faşîzan de be, wê di helwestek di avakirina komara demokratîk de bane. Ev jî dide xuya kirin ku, biqasî AKP, desthilatdariya îro ya Fransa jî têkildarî komkujiya Parîsê ye.
Eger Fransa bi awayekî ciddî komkujiya 9'ê Çile li Parîsê ronî kiribane, kesên li pey komkujiyê eşkere kiribane, îro Fransa, wê li hemberî êrîşên DAIŞ û EL QAIDê hewqasî ne bê çare ba! Ji ber ku çareseriya pirgsirêka Kurd, biqasî demokrasiya li Tirkiyê wê hêzê bidê demokrasiya li Fransa jî. Ev hêza demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd wê rê li ber êrîşên çeteyên DAIŞ û El QAIDE bigire. Lê helwesta Fransa bû sedem ku, zihniyeta AKPê terorê ixracî Fransa bike. Divê her kesê ku li Fransa dijî vê rastiyê baş bibîne.
Divê armanca desthilatdariya AKP ku dixwaze, bloka mezhepçîtiyê bi hêz bike baş were fêm kirin. Ji xwe di demên dawî de li "civîna Riyadê", hevkariya "Li dijî terorê, Bloka Islamî" xwedî wateyek giring e. Zêdetir ji 30 dewletên ku hevkarî îmze kirine, her kesê ku li Rojhilata Navîn li dijî terora DAIŞ'ê şer dike weke "rêxistinên terorê" bi nav kirine. Xuya dike ku ne ji tirsa be wê Yekîtiya Ewropa û Emerîka jî wek terorîst ilan bikin.
Ev dide xuya kirin ku bi pêşengiya AKP û hevkarên wan de, ewqasî vekirî parastina DAIŞê dikin. Ev kiryar jî di demeke ku li Suriye û Iraqê şerekî dijwar tê kirin de pêk tên. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê kolanên Parîsê bi xwîn kirin pêk hatin. Piştî ku leşkerên Tirk li Iraqê herêma Başîka hatin bi cih kirin pêk hat. Ev teva bi komkujiya li Parîsê di 9ê Çile de wek, parçayek ji xeleka zincîra terorê pêk hatin e. Bloka terorê ya li Rojhilata Navîn, ti caran hewqasî vekirî xwe bi rêxisinî nekiribû.
Mixabin li hemberî vê, têkoşînek ku hêviyan bide nîne. Li hemberê civîna faşîst û terorê li Riyadê, di serî de Fransa û Emerîka, tevahiya hêzên ku dibêjin em li dijî çeteyên DAIŞê şer dikin, dijberiyek ne hate destnîşan kirin. Gelê Kurd ku bi qehremanî li dijî çeteyên DAIŞê şer dike, dibin êrîşên hovane û komkujiya desthilatdariya AKPê ye, lê cîhan komkujiyên li hemberî gelê Kurd ji nedîtî ve tê. Piştre jî, edebiyata "şerê li dijî DAIŞ'ê" dikin. Tevahiya dewletan kêştiyên xwe yên şer li Derya Spî kom kirine. Gelo çima? Qaşo ji bo şerê li dijî çeteyê DAIŞê ye. Lê di rastiyê de ji bo Suriye û Rojhilata Navîn ji nû de parve bikin e.
Eger îro çeteyên faşîst, DAIŞ û El QAIDE gihabin hêzeke wiha ya navneteweyî, di encama van polîtîqaya ne.Eger AKP, li Tirkiyê weke hêzeke diktator û faşîst gavan diavêje û dixwaze sîstemek wiha ava bike, dîse jiber van polîtîkayên têne meşandin e. Ev tev girêdayî hev in û jiber ku nêzîkatiyek exlakî û hiquqî li hemberî komkujiya Parîsê, ne hatiye nîşandan pêkhatine. Di ketina 4. salvegera komkujiya bêbext ya Parîsê de, ev rastî derdikevine pêşberî me.
Ya ku mirovan bi hêvî dike, cesaretê dide mirov, di nava sê salan de hişmendiya jinên Kurd û ciwanên Kurd e. Bi vê hişmendiyê jî bê rawestandin li dijî komên faşîst bi qehremanî têkoşîn kirin. Vê cengaweriya dîrokî di sala 2015'an de, serketinên dîrokî bidestxistin. Bêguman di van serketin û pêşketinan de payeya Şehit Sara, Rojbin û Ronahi yan gelek mezin e. Bi vê pêwanê careke din şehîdên parîsê bi dilsozî yad dikin û dibêjin, wê di 4. salvegera komkujiya Parîsê de, têkoşîna azadî û şorşegerî mezintir bibe û gihiştina armancê jî misoger bike.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA