Li Silopiyayê polîsên Tirk gule li malan reşand, kesekî li ser nimêjê qetil kir

Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe dijwar kir, hêzên Tirk Omer Mûsa yê nimêj dikir qetil kir.

Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe dijwar kir, hêzên Tirk Omer Mûsa yê nimêj dikir qetil kir.

Li Taxa Karşikaya ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê mala Omer Mûsa (70) ji aliyê polîsên hêzên taybet ên Tirk ve hat gulebarandin, di encama gulebaranê de Omer Mûsa dema li ser nimêjê bû hat qetilkirin. Li Midûriyeta polîsan a Silopiyayê di encama hedefgirtinê de Mûsa ji zikê xwe hatiye gulekirin. Hat ragihandin ku cenaze ji aliyê malbatê ve bi qunkirina dîwarê odeyê derxistin û cenaze rakirin mizgefta li taxê.