Cenazeyê Taşkin ê hat qetilkirin ev 2 roj in li malê ye
Cenazeyê Cabbar Taşkin (40) ê pêr li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, ji ber terora dewletê dewam dike, nikare bê rakirin.
Cenazeyê Cabbar Taşkin (40) ê pêr li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, ji ber terora dewletê dewam dike, nikare bê rakirin.
Li Cizîra Botan, ku berxwedana gel a li dijî tank û topên dewleta di roja 20. de dewam dike, di şeva 31'ê Kanûnê de hêzên dewleta Tirk gule berdan şêniyê taxa Cûdî Cabbar Taşin (40) ê li ber mala xwe bû û ew birîndar kirin. Ji ber guleyên ji maşînên zirxî dihatin reşandin, Taşkin ê birîndar heta ber destê sibehê nikarîbû ji cihê lê bû bihata rakirin. Her wiha hêzên dewleta Tirk nehiştin ku ambûlans biçe Taşkin rake.
Şêniyên taxê yên danê sibehê xwe gihandin cem Taşkin, dîtin ku Taşkin jiyana xwe ji dest daye. Welatiyan cenazeyê Taşkin derbasî malê kirin.
Ji ber ku êrîş dewam dikin û bi îdîaya 'ewlekariyê' ambûlans nikare bikeve herêmê, cenazeyê Taşkin hînê ji malê nehatiye rakirin.