Ji leşkeriyê fîrar kir û tevlî nava refên PKK'ê bû

Fîraz Botan ê ji nava leşkeriya Tirk reviya û tevlî nava refên gerîla bû got, "Di pêvajoyeek bi vî rengî ya şoreşê de, ku berxwedana xwerêveberiyan heye, divê ciwan ji bo parastina gelê xwe tevlî nava refên gerîla bibin."

Fîraz Botan ê ji nava leşkeriya Tirk reviya û tevlî nava refên gerîla bû got, "Di pêvajoyeek bi vî rengî ya şoreşê de, ku berxwedana xwerêveberiyan heye, divê ciwan ji bo parastina gelê xwe tevlî nava refên gerîla bibin."

Di vê dema ku li Kurdistanê berxwedanên xwerêveberiyê hene, ciwanên Kurd ji bo parastina gelê xwe tevlî nava refên gerîla dibin. Gerîla Fîraz Botan ê ji leşkeriya Tirk fîrar kir û tevlî nava refên gerîla bû, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, sedema tevlîbûna li nava refên gerîla ji ajansa me re vegot.

'MIN DIBISTANA KU ÇANDA MIN LÊ QEDEXE YE, RED KIR'

Fîraz Botan ê li navçeya Şirnex Cizîrê ji dayik bû, anî ziman ku ew di nava malbateke welatparêz de mezin bûye. Botan ragihand ku ji ber li navenda serhildanan Botanê mezin bûye, haya wî ji hişmendiya nasnameya Kurd hebû û diyar kir ku hînê di pola destpêkê ya dibistana seretayî de ji ber zextên 'bi Kurdî neaxivin, bi Tirkî biaxivin' ên mamosteyan, wî dest bi lêpirsînê kiriye.

Botan got, "Min perwerdeyeke bê ziman, nasname û çanda xwe red kir" û da zanîn ku di pola yekemîn a dibistana seretayî de wî dibistan terikandiye.

Botan zor û zehmetiyên leşkeriya li Tirkiyeyê bibîr xist û got, "Ya tu yê leşkeriyê bike, yan jî di tevahiya emrê xwe de bi qaçaxî bijî. Ji ber vê yekê gelek ciwanên me, ne bi daxwaza xwe jî be, ji neçarî leşkerî dikin. Ez jî yek ji wan ciwanên bêyî dilê xwe çû leşkeriyê bûm. Di nava yekîneya acemî de bîst rojan li Kayseriyê mam. Ji bo yekîneya hosta min şandin Kurdistanê. Di Tûgaya 2. a Sînor a li Çelê de bûm. Her rojeke leşkeriya li Çelê, deh sal ji emrê min dixwar. Li cihekî ku min nizanîbû armanca min çi ye, bûm. Ji ber nasnameya xwe ya Kurd biçûk dihatim xistin. Bi tenê ji ber ku ji Şirnexê me, du salan li min xistin."

'DIVÊ CIWANÊN KURD NEÇIN LEŞKERIYA TC, PÊWÎSTE TEVLÎ NAVA REFÊN PKK'Ê BIBIN'

Fîraz Botan da xuyakirin, ku di dema leşkeriyê de wî nizanîbû xizmetê ji kê re ji bo çi dike, leşkerên Kurd di karên herî zehmet de dihatin xebitandin û di şer de jî li refên herî pêş dihatin bicihkirin û got, "Divê ti ji ciwanên Kurd leşkeriya Tirk nekin. Li wê derê Kurdan li hemberî Kurdan didin şerkirin. Dema bira bira dikuje, ew mîna ku li fîlm temaşe bikin pê dikenin. Ji ber ku min ev dît, min leşkeriya wan red kir û tevlî nava refên gerîla bûm."

'JI BO XWEPARASTINA KURDAN DIVÊ CIWAN TEVLÎ REFÊN GERÎLA BIBIN'

Fîraz Botan diyar kir ku ji ber gelê xwe diparêze ew serbilind e û got, "Li nava refên PKK'ê mirov bi rastiya xwe re rû bi rû dimînin. Nêzîkatiyên biçûkxistinê û cihêkar ên di nava leşkeriya Tirk a bêarmanc çûmê, bû sedem ku berê xwe bidim çiyê. Ji ber ku li çiyayên Kurdistanê gelê xwe diparêzim, dikarim bêjim ku min wateya jiyanê dît. Cihê her ciwanekî Kurd nava refên PKK'ê ye. Parastina bajarên Kurdistanê ye. Bi taybetî di demeke ku berxwedanên xwerêveberiyê heye de, ez ji bo parastina gelê xwe tevlî nava refên gerîla bûm. Pêwîste bersiva ciwanan hemû li hemberî leşkeriya ji neçarî, red a wijdanî be. Divê ciwan hemû ji bo parastina Kurdistanê û xweparastina gelê Kurd tevlî nava refên gerîla bibin."

...