Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi tank û toban, gelê Cizîrê ev 20 roj in li ber xwe dide. Hêzên dewletê yên nikarin vîna gel bişİkînin, ji bo taxên berxwedanê vala bikin bi taybetî topbarana giran dikin. Duh jî hêzên dewletê ji bo gel bi zorê koçber bike, taxên Cudî û Nûrê dan ber topan. Di êrîşan de gelek mal xera bûn. Her wiha ji ber depoyên avê û trafoyên elektrîkê jî hedef tê girtin, li taxan av û elektrîk jî qut bû.
Duh hin malbatên li Taxa Cûdiyê ku malên wan di topbaranê de xera bûn, ji taxê veqetiyan û şevê li ba xizmên xwe derbas kirin. Şêniyên taxê, di danê sibehê zarokên xwe yên biçûk li cihên ewle hiştin û careke din vegeriyan taxê.
TANKEK Û DU MAŞÎNÊN ZIRXÎ HATIN ÎMHAKIRIN
Her wiha, Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) jî bersiv da êrîşên hêzên dewletê. Tankek bi palet ê ku dixwest li gel du wesayîtên zirxî têkeve Taxa Cudiyê, rastî êrîşa bi roket hat. Di encama êrîşê de paletên tankê qetiyan, ji kendêl wergeriya û bi temamî îmha bû. Du wesayîtên zirxî jî di encama şer de bi temamî hatin rûxandin.
Li Cizîrê ji danê sibehê ve berf dibare û zarokên li taxên berxwedanê jî li pişt bendan ji xwe re bi berfê dilîzin.