Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Konferansa HDP'ê ya Bajarê Wanê ya bi şiyara "Em ji îro ve siberojê ava dikin" de axivî û got, "Em wan mûxatab nabînin, gel wan mûxatab nabîne. We kîngê darbe kirin, we kîngê maseya çareserî û muzakereyê qelibandin, hingî we mûxatabbûyîna xwe ya di nava gel de winda kirin."
Rêxistina Wanê ya Wanê bi şiyara "Em ji îro ve siberojê ava dikin" bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Derya Hayva, M. Veysî Dîlekçî, Hevserokên DBP'ê yên Bajêr Caziye Dûman, Munîr Aras, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan, Nadîr Yildirim, Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredarên Navçeyan, rêvberên HDP û DBP'ê yên Bajar û Navçeyan, nûnerên rêxistin civakî yên sivîl, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û pêkhateyên KJA'yê konferansek lidar xist.
Hevserokê HDP'ê yê Wanê M. Veysî Dîlekçî di axaftina vekirinê ya konferansê de bal kişand ser girîngiya pevajoya heyî û destnîşan kir ku ev dem dema serketina azadiya gelê Kurd e.
Li dû hilbijartina dîwanê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag mafê axaftinê wergirt û diyar kir, ku gelekî girîng e gel xwedî li siberoja xwe derkeve. Yuksekdag got, "Dem ew deme e ku em aqlê xwe seferber bikin. Ji bo em siberoja xwe teslîmî tarîtiyê nekin, ji bo siberoja me neyê dagirkirin, em ji îro ve li ber xwe didin. Em bi nîqaşkirina têkoşîna xwe re, ji vê derê seferberiyeke aqil didin destpêkirin."
Yuksekdag da xuyakirin ku berxwedana xwerêveberiyan hewldana xwerêveberina gel bi xwe ye û di çarçoveya demokrasiyê de tê kirin. Yuksekdag got, "Em bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya demokratîk dikin ku li pişt xendekan li hev bicivin. Mesele ti carî nebû kolandina xendekan. Mesele fêmkirina demokrasiyê ye. Yên li wan taxên hatine dorpêçkirin li ber xwe didin, ji bo pîvanên demokrasiyê yên gerdûnî li ber xwe didin. Li dijî dîktatoriyeke ku dixwaze hemû erk di destê wî de be, bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê dikin ku hêzeke demokrasiyê ava bikin."
'HÛN NIKARIN LI DERVEYÎ GEL QANÛNAN ÇÊBIKIN'
Hevseroka Giştî Yuksekdag diyar kir ku ji bo daxwazên mafdar ên gel û pêkhatina aştiyê, ew ji taxan heta navendê ji bo afirandina jiyaneke demokratî têdikoşin û li ser hewldanên AKP'ê yên 'çêkirina destûra bingehîn' ev nirxandin kir: "Li ti erdnîgarî, bêyî gel qanûn nayê çêkirin. Niha jî bi tirs û xofeke mezin hewl didin destûra bingehîn a li dijî gel çêbikin. Serokkomar ji bo dosya xwe ya sûcên kiriye binixumîne, bi tirs û panîkê hewl dide destûra bingehîn çêbike. Dixwazin destûreke bingehîn a ewçend bêberpirsyarî çêbikin, ku ne pêkane ku mirov destûreke bi vî rengî cidî bigirin. Hewl didin vîna gelê me tine bihesibînin û me li derveyî pêvajoyê bihêlin. Mejiyê xwe winda kirine, nikarin bi rasyonelî bifikirin. Hûn ê bi mîlyonan mirovan bi kîjan rêbazî marjînal bikin. Hewl didin gelê me, partiya me marjînal bikin. Hûn ê çi bikin? Hûn ê bi mîlyonan mirovan ji holê rakin. Li cihên dor lê pêçandine, dest bi tevgera paqijkirinê kirine. Hewldaneke bi vî rengî heye, lê belê hêza cewherî û heqîqî ya Tirkiyeyê gelê Kurd e. Hûn ê nikaribin ti carî vê ji holê rakin. Destûreke bingehîn a li derveyî welat a ji hev ketî, wê nikaribe we biparêze. Em di nava van şert û mercan de bi gelên Tirkiyeyê re têkoşîna ji bo rejîmeke demokratîk a nû û destûreke bingehîn a demokratîk bi rêyên rewa û demokratîk dimeşînin. Yên ku me ne fermî, me xayîn îlan dikin, ew ê di nava derewên xwe de bifetisin. Yên hewl didin me li derve bihêlin, ew ê bi tenêtiya xwe bifetisin. AKP û Navenda Qesrê wê bi tenê bimîne, ew ketine nava pêvajoya tecrîdê. Binêrin ji cîhanê, ji Tirkiyeyê, ji gel tecrîd bûne. Ji bilî derdoreke ku bi bertîl û tirsê wan xwedî dike, ti sparteyeke wan a rewa nemaye. Em wan mûxatab nabînin, gelê me wan mûxatab nabîne. We kîngê darbe kirin, kîngê maseya qanûn û çareseriyê qelibandin, hingî hûn ji rewşa mûxatabbûyîna gel derketin."
'LI HEMBERÎ DORPÊÇÎ Û GEFAN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de got, "Me di nava vê demê de daxwazên rewa û demokratîk ên gelê xwe di nava her şert û mercî de parast û em ê her biparêzin. Bi 80 parlamenteran re em çûn û ji bo rakirina mafê destlênedayîna parlamenteriyê me daxwazname pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kiribûn. Ew daxwaznameyên me hînê li wir in. Em îro serbilind in." Yuksekdag ragihand ku ji niha û pê ve jî ew ê li hemberî her şêwe dorpêçî û gefan têkoşîna xwe heta serketinê bidomînin.