Çalakiya greva birçîbûnê ya ABF’ê ya li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ji bo 3 rojan dabû destpêkirin, wê ji sibehê û şûn de li tevahî saziyên Elewî û malên cem bi awayekî bêdem, dorveger bidomîne.
Di pêşengiya Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) de çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ji bo 3 rojan dabû destpêkirin, wê ji sibehê û şûn de bi awayekî bêdem, dorveger bidomîne. Greva birçîbûnê ya tevahî saziyên Elewî û dost piştgiriyê didinê, li Navenda Giştî ya ABF didome, wê sibehê li tevahî bajarên Kurdistanê saziyên Elewî û malên cem dest bi grevên birçîbûnê bikin. Hate ragihandin ku wê sibehê destpêkê li şaxên saziyên Elewî û malên cem ên li Stenbolê greva birçîbûnê destpê bike.
Serokê Giştî yê ABF Bakî Duzgun ê niha di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku wê çalakiyên xwe li tevahî Tirkiyeyê belav bikin û dixwazin dorpêça bêdengbûnê ya li rojava bişkînin. Duzgun bi bîr xist ku dema li êrîşên li ser gelê Kurd dinêrin ji dîrokê jî dizanin wê dor were Elewiyan, destnîşan kir ku divê civaka Elewî ji şerê tê meşandin, kuştinên mirovan re ji ber baweriya xwe bibêjin “raweste” û banga hestiyariyê li civaka Elewî kir.
Her wiha wê sibehê saet 10.00’an li Navenda Giştî ya ABF’ê têkîldarî greva birçîbûnê civîna çapemeniyê bê lidarxistin.