Polîtîkayên êrîş û qetlîamê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li bajarê Evry yê Fransa hat protestokirin.
ANF
EVRY
în, 1 rêbendanê 2016, 18:51
Polîtîkayên êrîş û qetlîamê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li bajarê Evry yê Fransa hat protestokirin.
Li dijî polîtîkayên êrîş û qetlîamê yên dewleta Tirk li dijî xwerêveberiyên li Kurdistanê pêş dixe, bertekên Kurdistaniyên li Ewropa her diçe mezin dibe. Kurdistanî li Corbeîl û Melûn ên girêdayî bajarê Evry yê Fransa daketin qadan, polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin.
Girseyê li çalakiyên her du qadan jî wêneyên di encama polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê derketiye holê rakirin, dirûşmên, “Kurdistanê Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Di axaftinan de qetlîamên li Kurdistanê hatin nîşandan, hate xwestin Ewropa li dijî Tirkiyeyê bikeve nav tevgerê.