Hevşaredara Silopiyayê Esmer hat binçavkirin
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer û xebatkarê şaredariyê Cemal Yîgît ji aliyê polîsên tevgera taybet ên Tirk ve hatin binçavkirin.
Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer û xebatkarê şaredariyê Cemal Yîgît ji aliyê polîsên tevgera taybet ên Tirk ve hatin binçavkirin.
Hêzên dewleta Tirk ên ku ev 20 roj in ji wan nayê berxwedana gel bişikînin, mîna li Cizîrê bi topbaranê hewl didin bi zorê gelê Silopiyayê bidin koçkirin. Polîsên tevgera taybet ên Tirk danê vê sibehê Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer û xebatkarê şardariyê yên ji mala wan ew girtin binçavan. Hat ragihandin ku Esmer û Yîgît birine Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê. Nehat zanîn ku Esmer û Yîgît ji ber çi hatine binçavkirin.