KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakiya li bin xetê ya ji bo berxwedana Bakur didome
Tevî barana dijwar û sermaya zêde, welatiyên Dêrikê çalakiya xwe ya piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê domandin. Çalakî îro di roja xwe ya 12’emîn de ye. -
Nobedarên çalakiya 'Ji Ocalan re Azadî' destek dan xwerêveberiyê
'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê, ji aliyê jinên endamên TJK-E yên ji Hollandayê hatine ve tê meşandin. Jinan berxwedana xwerêveberiyê silav kirin û banga destekkirina berxwedanê kirin. -
Di êrîşa polîsan a li Amedê de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin
Di dema êrîşa polîsên Tirk de, gelek kes birîndar bûn û kedkarên çapemeniyê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. -
Ji bo Erener û Guzel mewlûd hat dayîn
Ji bo dengbêj Salih Erener ê 74 salî û Huseyîn Guzel ê 84 salî yên li Silopiyayê hatin qetilkirin, li Şirnexê mewlûd hat dayîn. -
'Kurd bûn hêviya demokrasî û biratiya gelan'
Hevserokê PJAK'ê Hecî Ehmedî da xuyakirin, ku şoreşa Kurdistanê di sala 2015'an de veguheriye şoreşa navneteweyî û destnîşan kir, ku Kurd bûne hêviya demokrasî û biratiya gelan. -
Ji KNK'ê peyama sala nû
KNK'ê sala 2015 an wek saleke tijî tekoşîn, berxwedana azadiyê û destketiyên mezin pênase kir û bang li hemû hêzên Kurdan kir ku di sala nû de ji bo Kurdisaneke azad bikevin nava tevgerê. -
Li Hezexê li dijî maşîna zirxî êrîşa bi roketan
Li navçeya Şirnex Hezexê, duh bi şev li hemberî maşîneke zirxî ya polîsan a ji Taxa Tûrgût Ozal derbas dibû, çalakiyek bi roketan hat lidarxistin. -
Hêzên dewleta Tirk li Cizîrê jinek qetil kirin
Jina bi navê Hediye Erden (50) a ku li mala xizmên xwe ya li Cizîrê ji ber êrîşan 18 rojan asê ma, duh ji ber topa li mala lê bû ket, birîndar bû. Hat ragihandin ku ji ber jêçûna xwîna zêde Hediye Erden jiyana xwe ji dest daye. -
Bayik: Daxwaza KCD'ê ne dîktatorî ye, demokrasî ye
Bayik: Ciwanan ji bo parastina xwe hinek çekên li piyasayê tên firotin bi dest xistine. Dema ku AKP’ê di meha Tîrmehê de şer da destpêkirin, hinek çekên din jî bi dest xistine. -
Ji girtiyên PKK û PAJK'î kampanya 'xwerêveberiyê!'
Girtiyên PKK û PAJK'î berxwedana xwerêveberiyê silav kirin. Girtiyan dan xuyakirin, ku ji bo bala saziyên navneteweyî bikişînin wan kampanya dane destpêkirin û gotin, "Em berxwedanê silav dikin û banga xurtkirina berxwedanê dikin." -
Dîcle: Eger Tirkiye naxwaze bibe mîna Sûriyeyê divê deklarasyona xweseriyê binirxîne
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 2013'an û vir ve planeke têkbirinê amade kiriye û destnîşan kir, ku ev plan bi şêweyê modela Srî Lankayê ji bo şikandina çeperên azadî û demokrasiyê yên gelê Kurd hatiye amadekirin. -
Cenazeyên 3 kesên li Sûrê hatin qetilkirin nikarin bên rakirin
Li Sûrê, cenazeyên zarokekî û Mesût Sevîpek û Îsa Oran ên berî 8 rojan ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hatin qetilkirin, nikarin werin rakirin. -
Polîsan êrîşî meşa li Amedê kirin
Girseya gel a li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev civiya û ji bo bimeşin Sûrê, piştre jî berê xwe bide Botanê ket nava tevgerê, rastî êrîşa tund a polîsên Tirk hat. -
Hejmara qurbaniyên êrîşên li Qamişlo derket 18’an
Hejmara mirovên di êrîşên şevê din ên li bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan, derket 18 kesan. Li nexweşxaneyan jî 30 birîndar hene. -
Li Amedê bi hezaran kes ji bo meşê li hev civiyan
Bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD û KJA bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev civiyan. Girseya gel wê di destpêkê de ber bi Sûrê ve bimeşin, dûre berê xwe bidin Botanê. -
Berfê jiyana li Şirnexê tevizand
Li Şirnexê, berfa ku ji serê sibehê ve dibare bandoreke neyînî li jiyana rojane dike. -
Çeteyên êrîşî Eyn Îsa kirin têk çûn
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku duh serê sibehê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî bajarokê Eyn Îsa kirin, piştî şerê rojekê têk çûn. Li ser bersivdayîna şervanên HSD’ê gelek çete hatin kuştin û herêm hate paqijkirin. -
Di roja 18. a êrîşan de Cizîr li ber xwe dide
Di roja 18. a êrîşên qirkirinê de, ji ber topbarana ji tankan, gelek malên li Cizîrê xera bûn. -
Cenazeyê Yûral ê hat qetilkirin birin Şirnexê
Cenazeyê kedkarê tenduristiyê rêveberê SES'ê Azîz Yûral, ku li Cizîrê dema alîkarî dida welatiyekî bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. -
Berfa li Şengalê dibare bandoreke neyînî li jiyana rojane dike
Mercên dijwar ên zivistanê û berfa li çiyayê Şengalê dibare, bandoreke neyînî li Êzidiyên li binê konan, bi taybetî jî li zarokan dikin. -
TAK: Ti eleqeya me bi rêbaza şerê PKK'ê nîne, em ê şer li her dera Tiriyeyê belav bikin
TAK diyar kir ku rêbaza şer a PKK'ê 'humanîst' e û got, "Eleqeya me bi rêbaza şer a PKK'ê re nîne." -
YPG'ê Bîlançoya şer a sala 2015'an aşkere kir
Di daxuyaniyê de li ser operasyonên hêzên YPG/YPJ ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê, herêmên hatin azadkirin û cebilxaneya hat desteserkirin, agahiyên berfireh hatin dayîn. -
Kerboranî: Ne 19 rojan, bi salan jî bidome em ê li ber xwe bidin
Kerboraniyên ku bi berxwedaneke destanî, êrîşên qirkirinê di roja 19. de şikandin gotin, "Dibe ku di salên 90'î de êrîşî me kirin û gundên me tine kirin. Lê belê em ê êdî cihê xwe neterikînin. Em ê heta dawiyê têbikoşin." -
Komîteya Aboriyê ya KCK'ê: Em di pêngava avakirina jiyana azad de ne
Endamên Komîteya Aboriyê ya KCK'ê Emîn Aram û Ronî Rohat destnîşan kirin ku divê aborî weke modeleke li derveyî dewletê li ser zemîna civakî were birêxistinkirin û gotin, "Li cihekî xweparastin nebe, aborî jî nabe." -
Faşîzma AKP'ê li Fransayê hat protestokirin
Di çalakiyên li herêmên Vîllîers le Bel û Roûen ên paytexta Fransa Parîsê de, êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.