TAK: Ti eleqeya me bi rêbaza şerê PKK'ê nîne, em ê şer li her dera Tiriyeyê belav bikin

TAK diyar kir ku rêbaza şer a PKK'ê 'humanîst' e û got, "Eleqeya me bi rêbaza şer a PKK'ê re nîne."

Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) da xuyakirin, ku wan li dijî şerê topyekûn ê tinekirinê, dest bi pêngaveke nû ya şer kirine.

Teyrêbazên Azadiya Kurdistan (TAK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li dijî dewleta TC-AKP'ê wan dest bi pêngaveke nû ya şer kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em her kesên ku nava şerê topyekûn ê li dijî gelê Kurd hatiye îlankirin de cih digirin an jî li kêleka vî şerî disekinin, hişyar dikin."

TAK'ê diyar kir ku rêbaza şer a PKK'ê 'humanîst' e û got, "Eleqeya me bi rêbaza şer a PKK'ê re nîne."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin de, weke TAK ji ber dilsozî û berpirsyariya xwe ya li pêşberî Rêberê Gelê Kurd wan çalakiyên xwe dabûn sekinandin, lê belê ji ber qewimînên dawî, pêwîstî pê dîtine ku rewşê ji nû ve binirxînin û biryarên nû werbigirin.

'CIHÊ ME YÊ ÇALAKIYÊ, HER DERÊ TIRKIYEYÊ YE'

TAK'ê diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bike û şerê topyekûn ê li dijî gelê Kurd li Kurdistanê bidome, weke rêxistina şer a Kurdistanê TAK ew ê bersivê bidin van êrîşan û got, "Li ser vê bingehê, di çarçoveya biryarên xwe de, em ê li dijî dewleta TC-AKP a faşîst Şerê Tolhildanê birêxistin bikin û mezin bikin. Hemû milîtanên TAK li ser vê bingehê, bi berpirsyariya xwe li ser wezîfeya xwe ne. Hemû saziyên dewleta TC-AKP a faşîst di hedefa me de ne. Her devera Tirkiyeyê qada me ya çalakiyê ye."

'EM HIŞYAR DIKIN'

Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê, tevî plansazên vî şerî, hevkar, noker û destekdarên vî şerî jî hişyar kir û got, "Di şerê li dijî dewleta TC a faşîst de, ku her roj jin, zarok, extiyar, ciwan bi giştî gelê Kurd bi teroreke bêrehm qetil dike, milîtanên Azadiyê yên Kurdistanê wê bêrehm û bêteredut tevbigerin."

'CIZÎR, SILOPIYA, SÛR ÇIQASÎ EWLE BE, TEVAHIYA TIRKIYE JÎ WÊ BI HEMAN RENGÎ EWLE BIN'

TAK'ê got, "Êrîş û komkujî çiqasî dewam bike, weke TAK em ê Şerê Tolhildanê ewqasî mezin bikin û li her devera Tirkiyeyê belav bikin" û ev ev xal hat destnîşankirin: "Îro li Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn û Sûrê, jin, ciwan, extiyar û zarokên Kurd ên bi tank, helîkopter û her şêwe çekên giran bombe li ser wan dibarin çiqasî ewle bin, mirovên li nava Tirkiyeyê dijîn jî wê ewqasî ewle bin."

TAK'ê destnîşan kir ku wezîfeya wan a li pêşberî gelê Kurd ê mezlûm û Kurdistanê, şerekî bi vî rengî li ser wan ferz dike.

'RÊBAZA ŞER A PKK'Ê GELEKÎ HUMANÎST E, ME ELEQEDAR NAKE'

Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) rêbaza şer a PKK'ê jî 'gelekî humanîst' nirxand û destnîşan kir ku ev rêbaza şer a PKK'ê wan eleqedar nake.

TAK'ê got, "Em ê di çarçoveya mîsyona xwe de stratejiya çalakiyan, taktîk, rê û rêbazên xwe bi xwe diyar bikin û pêk bînin."