Nobedarên çalakiya 'Ji Ocalan re Azadî' destek dan xwerêveberiyê

'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê, ji aliyê jinên endamên TJK-E yên ji Hollandayê hatine ve tê meşandin. Jinan berxwedana xwerêveberiyê silav kirin û banga destekkirina berxwedanê kirin.

'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê, ji aliyê jinên endamên TJK-E yên ji Hollandayê hatine ve tê meşandin. Jinan berxwedana xwerêveberiyê silav kirin û banga destekkirina berxwedanê kirin.

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' di roja tevî sermayê jî 1283 roj in bê navber dewam dike. Çalakî di hefteya 184. de ji aliyê jinên endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) yên ji Hollandayê hatî ve dewir hat girtin.

'JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BE'

Jinan dan xuyakirin ku ji ber tevlî vê çalakiya ji bo azadiya Ocalan bûne, ew serbilind in û dan zanîn ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Jinan gotin, "Ji bo li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn a veguheriyaye gola xwînê qala aştiyê bê kirin, divê Birêz Ocalan azad bibe. Bêyî Ocalan aştî nabe."

Jinan berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê jî silav kirin û gotin, "Bila Erdogan vê baş bizanibe; ew destên dirêjî gelê Kurd ê mezlûm dibin, wê ji sedî sed bişikên û em ê Erdogan di wan xendekên xwe de veşêrin. Botan û Amed xaka ku destan lê hatine nivîsandin e. Gelê Kurd wê ti carî xaka xwe neterikîne."

BANGA DESTEKKIRINA BERXWEDANÊ

Jinan diyar kirin ku ji bo saziyên Ewropayê bikevin nava tevgerê wan biryar dane li her derê çalakiyan lidar bixin û bang li hemû jinan kirin ku beşdarî çalakiyan bibin, xwedî li xwerêveberiyan derkevin.

...