'Kurd bûn hêviya demokrasî û biratiya gelan'
Hevserokê PJAK'ê Hecî Ehmedî da xuyakirin, ku şoreşa Kurdistanê di sala 2015'an de veguheriye şoreşa navneteweyî û destnîşan kir, ku Kurd bûne hêviya demokrasî û biratiya gelan.
Hevserokê PJAK'ê Hecî Ehmedî da xuyakirin, ku şoreşa Kurdistanê di sala 2015'an de veguheriye şoreşa navneteweyî û destnîşan kir, ku Kurd bûne hêviya demokrasî û biratiya gelan.
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya sala nû de bal kişand ser şerê qirêj ê hêzên navneteweyî yê li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji ber girîngiya jeopolîtîk û jeostratejîk tê meşandin.
Hecî Ehmedî da xuyakirin, ku di nava vê pêvajoya dijwar de, gelê Kurdistanê bi fedekarî, berxwedan, bi taybetî li Kobanê sekna azadîxwazî û bratiyêa gelan bi azadî û demokratbûna xwe nîşanî tevahiya cîhanê daye.
Hecî Ehmedî bal kişand ser têkoşîna serketî ya jinên Kurd, bi taybetî jî li Kobanê û destnîşan kir ku ev jêhatîbûn, wêrekîbûn û dilsoziya bi azadiyê re ya jinên Kurd bû sedem ku mijarên wekheviya jin û mêr li qada siyasî, civakî û leşkerî li gelek welatên cîhanê bibe rojevê.
Hevserokê PJAK'ê da zanîn ku şoreşa gelê Kurdistanê êdî bûye şoreşeke navneteweyî, ji bo demokrasî û biratiya gelên li Rojhilata Navîn bûye cihê hêviyê û got, "Lewma bi hezaran ciwan ji welatên Ewropa, Amerîka, Kanada, Awûstralya û welatên Asya, Afrîka û Rojhilata Navîn berê xwe didin Kurdistanê, beşdarî şoreşê dibin û şehîd dikevin."
Hecî Ehmedî ragihand ku tevî van hemû destketiyan, alî hene ku hewl didin çerxa dîrokê ber bi paş de bizîvirînin, bi çanda eşîrtî û malbatî tevdigerin û diyar kir ku divê bi hişyariya neteweyî zext li van aliyan bê kirin ku li rastiyê vegerin.
Hecî Ehmedî got, "Em hêvîdar in ku bi hewldan, berxwedan, fedekarî û têkoşîna xwe re sala 2016'an bikin sala aştî û biratiya gelan û demokrasiya Rojhilata Navîn."