Li Amedê bi hezaran kes ji bo meşê li hev civiyan
Bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD û KJA bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev civiyan. Girseya gel wê di destpêkê de ber bi Sûrê ve bimeşin, dûre berê xwe bidin Botanê.
Bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD û KJA bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev civiyan. Girseya gel wê di destpêkê de ber bi Sûrê ve bimeşin, dûre berê xwe bidin Botanê.
Bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD û KJA bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev civiyan. Girseya gel wê di destpêkê de ber bi Sûrê ve bimeşin, dûre berê xwe bidin Botanê. Ji gelek bajarên Kurdistanê jî ber bi Botanê wê meş bê lidarxistin.
Serê sibehê gel li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê kom bû. DBP, HDP, HDK, KCD, KJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamenterên HDP'ê, hevşaredarên DBP'î û bi hezaran kesên ku ji bajarên derdorê hatine li ber şaredariyê kom bûn. Gel li vir dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Bijî berxwedana Sûrê" berz dike.
Bi kombûna girseyê re gelek polîsan bi wesayîtên zirxî ve qad dorpêç kirin, rêya meşê ya cadeya Elezîzê li trafîkê girtin. Hejmara girseya kom dibe her diçe zêdetir dibe. Bi sedan kedkarên tenduristiyê jî bi pankarta "Em di şînê de ne, di berxwedanê de ne" vekirin û ji bo kedkarê tenduristiyê Azîz Yûral ê li Cizîrê hate qetilkirin bi meşê hatin ber şaredariyê. Kedkarên tenduristiyê bi peştemalekî bi xwîn hatin qadê.
Koma ku ji bo piştgiriya berxwedana li Kurdistanê ji Bodrûmê hat jî bi dowîzên "Aştî" "Ji Bodrûmê ber bi Sûrê ve" "Em ji bo azadiyê dimeşin" tên ber şaredariyê û wê tevlî meşê bibin.