KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Ewropa piştgiriya berxwedana xwerêveberiyê didome
Li Ewropa çalakiyên protestokirina hukumeta AKP’ê û piştgiriya xwerêveberiyê didonin -
Nisêbîniyan berxwedanên xwerêveberiyê silav kirin
Li navçeya Nisêbînê bi armanca piştgiriya berxwedanên xweseriyê şahî hate li darxistin. Di şahiya koma NÇM'ê û Seyda Perînçek sirûdên şoreşê gotin de, beşdaran bi sloganan berxwedan silav kir. -
Li Kerboranê operasyona leşkerî
Li navçeya Kerboranê li herêma Newala Aşê ya ku serê sibehê gelek wesayîtên zirxî hate sewqkirin operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li herêmê 2 teqîn çêbûn. -
Li Baglar Dortyolê bi ser gel de gule hatin reşandin
Gelê ji bo protestokirina dorpêça ev 28 roj in li Sûrê didome daket kolanan agir pêxist, barîqat danî. -
Li Livornoyê piştgiriya berxwedana xwerêveberiyê
Ji bajarê Lîvornoyê yê Îtalya piştgirî ji bo berxwedana xwerêveberiyên Kurdistanê hat. -
KJK: Berxwedana gelê Kurd projeya hevrebûna azad demokratîk e
KJK: Berxwedana îro gelê Kurd raber dike, li dijî tevahî spartinên paşverû-faşîst, projeya hevrebûna azad demokratîk e. -
Mêrdînî yê bimeşin Kerboranê
Mêrdînî yê sibehê bi pêşengiya DBP'ê bimeşin navçeya Kerboranê. Hevseroka DBP'ê Perîhan Agaoglu bi gotina "Gelê Kerboranê bi qatlîaman re rû bi rû ye" banga tevlibûna meşê kir. -
Gerîlayan li Amedê kontrola rê kirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê, li ser rêyên Amed-Çewlik û Amed-Pasûrê, kontrola nasnameyan kirin. -
Li Efrînê seferberî hat îlankirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê, ji bo ewlekariya herêmê seferberî îlan kir. -
Li Cizîrê şer: Herî kêm leşkerek hat kuştin
Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku êrîş didomin, dema hêzên dewleta Tirk hewl dan ji Lîseya Anatolya ya Ataturk ya li ketina Fermandariya Garnîzonê bikevin Taxa Nûrê şer rû da. -
YDG-H: Berxwedan didome, li Sûrê 5, li Cizîrê 4 çete hatin kuştin
Li gor daxuyaniyê, di çalakiyên bersivdayina qetlîamên dewletê yên li ser sivîlan de li Sûrê 5, li Cizîrê jî 5 tîmên taybet hatin kuştin. -
Kedkarên li Wanê li dijî komkujiyan dest ji kar berdan
Kedkarên li Wanê jî bi şiyara "Em bi hêza xwe ya ji hilberînê werdigirin re jiyanê disekinînin" dest ji kar berdan. Kedkarên daxuyanî dan çapemeniyê gotin, "Roj ne roja temaşekirinê ye" û bang kirin. -
Li Şirnex û Mêrdînê kedkaran dest ji kar berdan
Li ser banga KESK, DÎSK û TMMOB'ê, li Mêrdîn, Şirnex û navçeyên wan ji bo rojekê kedkaran dest ji kar berdan û komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, şermezar kirin. -
Agahî ji jina ku li Dêrikê hat binçavkirin nayê girtin
Agahî ji jina ku beriya 4 rojan li Dêrikê ji aliyê polîsan ve li taxê bi derbkirinê hat binçavkirin û navê wê nehate zelalkirin nayê girtin. -
Li Amedê êrîşa polîsan: 2 kes birîndar bûn
Ji pêkhateyên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB bi hezaran endamên rêxistinên civakî yên sivîl ber bi Meydana Şêx Seîd ve meşiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. -
Dema diçû mizgeftê bi guleya polîsên Tirk birîndar bû
Li taxa Nûrê ya Cizîrê, ku êrîşeke giran a dewletê li ser heye, Hecî Ogûr ê 60 salî dema diçû mizgeftê rastî guleyên polîsên Tirk hat û ji milê xwe birîndar bû. -
YPS Silopiya hat îlankirin
Li navçeya Şirnex Silopiyayê berxwedana gel a li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, dewam dike. Li vê navçeyê Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPG) Silopiya hat îlankirin. -
Cenazeyê Erkol ê HPG'yî hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ceneyt Erkol (Cesûr Garzan) hat veşartin. -
Tirkiye çek û cebilxaneyan derbasî Ezazê dike
Dewleta Tirk ji Deriyê Sînor ê Bab El-Selame re çek, cebilxane û gelek hêzên xwe yên taybet derbas kir. -
Kalkan: Berxwedana xwerêveberiyê wê serketineke mezin biafirîne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku AKP ji qirkirina çandî derbasî qirkirina fîzîkî bûye û got, "Îlana YPS, gelekî girîng e. Ji dil bawer dikim. Berxwedana xwerêveberî û xweparastinê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve." -
Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê: Dewleta Tirk li hemberî berxwedanê têk çûye
Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç diyar kir ku dewlet û AKP li hember berxwedana gel têk çûne û got: “Ji îro û şûn de ji bilî berxwedanê ti rêyên din ji Kurdan re nemaye.” -
Li Silopiyayê terora dewleta Tirk didome
Hêzên dewleta Tirk ên avêtin ser malên li Silopiyayê gelek kes binçavkirin, her wiha Mazlûm Ozmen û Îzbat Zeyrek ên duh hatibûn binçavkirin jî hatin girtin. -
Di 31'ê Kanûnê de ji Amedê ber bi Sûr û Şirnexê ve meşa mezin
KCD, DBP, HDP, HDK û KJA bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser dorpêça dewleta Tirk a li ser bajarên Kurdistanê û bang li her kesî kirin ku di 31'ê Kanûnê de tevlî meşa Sûrê û Şirnexê bibin. -
Li Kerboranê 2 teqînên dijwar rû dan
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl û berxwedana gel a li dijî êrîşan di roja 19. de dewam dikin. -
2015 ji bo Şoreşa Rojava de bû saleke serketî
Rojava saleke şoreşgerî ya ji şerekî giran li dû xwe hişt. Sala ku bi serketina Kobanê re destpê kir, tevî pêşketinên leşkerî û xweparastinê, ji aliyê siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê ve rê li ber pêşketinên mezin vekir.